Çalakvanên Kurd ên 8’ê Adarê pîroz kirin hatin binçavkirin
- 14:29 12 Adar 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand du jinên Kurd ên çalakvan bi hinceta ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.
	Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du jinên Kurd ên çalakvan ên bi navên Leyla Paşayî li Seqizê û Suheyla Metaî li Dêwlan bi hinceta ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûne, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatine binçavkirin.
	Hat gotin ku her du çalakvan bêy fermana dadwer hatine binçavkirin û birine cihek nediyar.
	Li aliyê din roja 10’ê Adarê jî li bajarê Sine du jinên çalakvan ên bi navên Soma Mihemed Rezayî û Baran Saedî bi hinceta tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatibûn binçavkirin.
				
				
				
				
				
				





