Heyeta Îmraliyê ji Tayyîp Erdogan daxwaza randevuyê kir
- 17:38 12 Adar 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji serokomar Tayyîp Erdogan daxwaza ravenduyê kir.
	Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde, heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku serdanên partiyên siyasî da destpêkirin, ji bo hevdîtinê bi serokomar Tayyîp Erdogan re pêk bîne daxwaza randevuyê kir.
				
				
				
				
				
				





