‘Divê ji bo girtîgehan demildest sererastkirina qanûnî bê kirin’

  • 09:03 6 Tebax 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka MATUHAYDER’ê Nurten Karagoz der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne de axivî û got: “Li girtîgehê nexweşî tê wateya gavek din nêzî mirinê bûyînê. Divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin û girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Girtî bi her cureyê tundiyên re tên rûhev, maf tê binpêkirin. Ji mafên herî sereke bêpar tên hiştin. Bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê tahliyeya girtiyan tê taloqkirin. Li gorî rapora sê mehan a ÎHD’a Stenbolê a girtîgehên Marmarayê, hezar û 351 binpêkirinên mafan hatine jiyîn û ji van 172 Li girtîgeha Îmraliyê haitne jiyîn.
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz der barê binpêkirinên mafan de axivî.
 
Nurten Karagoz zext û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nirxand û got hem girtiyên din hem girtiyên din bi binpêkirinên mafan yên cidî re tên rû hev. Nurtek Karagoz anî ziman ku li girtîgeha Bakirkoy a Jinan  girtî bi binpêkirinên mafan yên kêfî yên îdareyê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Cezayên dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Li ser hev ceza tên dayîn. Ev jî mafên girtiyan binpê dike. Di hiqûqê de nav ceza de ceza dayîn tuneye. Lê hevalên me bi van pêkanînan tên cezakirin. Mînak Fatma Tokma. Bi salane tevî nexweşiyên giran girtiye.  Di şertên girtîgehê de dermankirin ne pêkane.Ev jiyana mirovan tune dihesibîne.”
 
‘Ne tenê girtî xizmên wan jî tên cezakirin’
 
Nurten Karagoz destnîşan kir ku ne tenê girtî malbatên wan jî tên cezakirin û wiha bi lêv kir: “Hevdîtin bi kêfî tên astengkirin. Ev binpêkirina maf a cidiye. Rojname, name û kovar nayên dayîn. Ev mafên mirovane. Lê ev maf bi kêfî tên xespkirin. Li girtiyan poşmanî tê fezkirin. Li girtîgeha Karabukê girtiyên nexweş ji bo biçin nexweşxaneyan serlêdanan dikin. Lê lêgerîna dev li girtiyan tê ferzkirin. Ji ber girtî vê qebûl nakin dermankirin jî tê astengkirin. Li girtiyên 30 salî poşmanî tê ferzkirin. Ji bo bê fêmkirin delwet demokratîke an na divê li girtîgehan bê nêrîn. Divê herkes li dijî girtîgehan hestiyar bin.”