Înşakirina pergala civakî (2)

  • 09:06 6 Tebax 2025
  • Dosya
 
Li dijî tunekirina dîrokî hêza veguherînê 
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin seranserê dîrokê bi sembolan tê venasîn; tê pîrozkirin, sûcdarkirin û çewisandin. Serdestiya bi ol, îdeolojî, polîtîk û çandî hatiye avakirin, ji aliyê tevgerên azadiya jinan tê hejandin. Jin êdî ne ya tê temsîklirin, wek kirdeya ku diguhere dertê holê.
 
Seranserê dîrokê civakan xwe bi sembol, mît û rîtuelan ava kir û ev sembol ne tenê bîra hevpar, rolên zayenda civakî jî diyar dikin. Jin bi sedsalane bi van sembolan wek kesên gunehkar, kêmar û hewcedar tên temsîkirin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘koletiya jinan, protîpa koletiya mirovahiyê ye’ û got serdestiya tê kirin ne tenê jinan, civakê dagir dike. Di vê beşa dosya xwe de em tundiya sembolî ku li qadên ol, polîtîka û çandê çawa mayînde bûye, teşeyên berxwedanên tevgerên jinan yên li dijî vê pêş ketine digirin dest. Her wiha em balê dikşîne ser veguhertina sembolan a di têkoşîn azadiya civakê de jî.
 
Venasîna tundiya sembolî û mayîndebûna wê
 
Bi venasîna civaknas Pierre Bourdieu, tundiya sembolîk bêyî ku hewce bi zordariya fîzîkî bimîne, bi hevkariya kondên ol, temsîlî û çandê, serdestî tê kirin. Ev teşeyê tundiyê ku yek ji alava herî xurt a serdetiya mêre, bi vegotin û tevgeran vê her tim nû dike û hildiberîne.
 
Jin di zimanê serdestiya mêr de ‘jin nizanin’, di mîtolojiyê de ‘fîgurên xurt yên wek xudaydan, di metnên pîroz de jî ‘fîgura çavkaniya gunehe’, di hiqûqê de ‘newekhev’ di hişê civakê de  tên bicihkirin.
 
Sembolên olî
 
Vegotinên olî, di diyarkirina rolên zayenda civakî de alava herî xurt e. Di gelek olan de jin wek çavkaniya guneh an jî wek hebûneke girêdayê mêr  tê sembolîzekirin.  Xwarina fêkiya qedexe a Hewayê jinan dike gunehkar; sembola fitne û ji rêderketinê.
 
Di îslamê de jin wek kesên ku mêr dikin guneh û divê bê kontrolkirinê tê pênasekirin.Di Yahuditiyê de jin wek parçeyê kêm yê mer tê vegotin, ew ne wek esas, weke temam bike tê dîtin. Tenê bi rolên ‘dayiktî’, ‘serî tewandin’ û ‘namûsê’ tê sînorkirin.
 
Abdullah Ocalan bi van gotinan dibêje: “Rolên civakî li jinan hatiye girtin. Jin dewrê mêr hatine kirinû bê statu hatine hiştin.”
 
Sembolên polîtîk
 
Di avakirina netew-dewletê de jin wek ‘dayik’, ‘namûsa welat’ an jî ‘dayika şehîd’ tê temsîlkirin.  Ev sembol jinan di cihên ku dewlet hewce bi jinê bibîne, pîroz dibîne, demên krîzan de jî dike qurban. Ev jî jinê ji kirdebûnê derdixe û wek fîgurek pasîf û hewcedar dibîne.
 
Sembolên çandî û hêza ol
 
Di zimanê rojan de paşgotin hene û ev jî eyk ji qada ku tundiya sembolîk zêde dike ye. Kalibên wekê ‘jin gotinê nizane’, ‘ne wek mêrane’, ‘Divê jin bêdeng bin’ jinan dike kaliband û wek hebûnek kêm û hestiyar nîşan dide.
 
Ev sembolên olî tenê di gotinê de namîne, bandor li her qada jiyanê dike. Kapasîteya jinan a lîderiyê, kirdebûnê bi awayekî sîstematîk diçewisîne.
Jinên îlahiyat xwendine, şîroveyên serdestiya mêr yên di metnên pîroz de lêpirsîn dike û ji nûve dinirxîne.Teolojiya femînîst, derdixe holê ku piranî şîroveyên hikmên olî ji aliyê otorîteyên olî tên teşekirin.
 
Amina Wadud, di îslamê de mafê lîderî û îbadetê ya jinan diparêze. Elisabeth Schüssler Fiorenza, di metnên Xirtiyaniyê de kirdebûna jinan derdixe pêş.  Fatima Mernissi, di dîroka îslamên de jibîrkirina fîgura jinan rexne dike.
 
Tevgerên azadiya jinan
 
Têkoşîna azadiya jinê,li dijî van sembolên li dijî jinan tên bikaranîn qada têkoşîna pratîk û teorîk vedike. Derdixin holê ku ji bo nûneriya jinê, dîtina jinê û wateyên nû bên hilberandin; ne tenê jin divê civak jî azad be.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan balê dikşîne ser têkoşînê: “Wateya esas a tevgera azadiya jinê, rizgariya jinê ya ji koletî û bindestiyê ye.”
 
Ji bo kirdebûna jinê veguhertina sembolan
 
Serdestiya bi ol, îdeolojî, polîtîk û çandî hatiye avakirin, ji aliyê tevgerên azadiya jinan tê hejandin.Jin êdî ne ya tê temsîklirin, wek kirdeya ku diguhere dertê holê. Ev sembol jiyana jinan teşe dike û mafê jinan sînor dike.
 
Şîroveyên nû yên ji aliyê jinên îlahiyatê ve tê kirin, rexneyên tevgera femînîst û têkoşîna azadiya jinan di alî wateyên nû yên civakî de gelek girîngin. Ev guherîn ne tenê ji bo jinan ji bo azadiya civakê rê vedike.