
Der barê gumanbarê tûndiyê çawişê pispor de serlêdana sûc hat kirin
- 18:20 14 Tebax 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Der heqê çawişê pispor Îbrahîm Sari ku li Colemêrgê destê zarokekî şikand, serlêdana sûc hate kirin.
Çawişê pispor ê bi navê Îbrahîm Sari, li Colemêrgê bi îdiaya ku zarokekî dema duçerxe diajot li hevjîna wî xistiye û hevjîna wî ketiye erdê, tundî li zarokekî kir. Di dema êrişa çawişê pispor de zendika zarokî şikest û rakirin nexweşxaneyê. Malbata zarokî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û jê alîkariya hiqûqî xwest.
Li ser serlêdanê, ÎHD û OHD’ê der heqê çawişê pispor de serlêdana sûc kir.