Ji bo perwerdehiya zimanê dayikê belavok hatin belavkirin
- 21:02 9 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Bi pêşengiya KURDÎGEH’ê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê belavok hatin belavkirin.
Bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd û Pêşxistina Ziman (KURDÎGEH) li Kolana Cumhuriyet a Wanê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê belavok hatin belavkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Zulkuf Uçar jî tevli çalakiyê bûn.
Li welatiyan belavok hatin belavkirin û balkişandin ser girîngiya ziman.