‘Bi pêvajoya aştiyê dê pêşî li qirkirinê bigirin'

  • 09:03 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama ÎKP’ê Nîhal Demîr diyar kir ku tundiya mêr a her diçe zêde dibe ji polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê û der barê çareseriyên li dijî tundiya li ser jin, zarokû xwezayê axivî û got: “Ji bo tundî bigdawî bie divê jin tevli pêvajoya aştiyê bibin. Jin tevli pêvajoya aştiyê bibin wê, pêşî li tundiyê bigirin.”
 
Tundiya li ser jin, zarok û xwezayê her diçe zêde dibe. Piştî banga "Aştî û civaka dîrokî" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyekê destpêkirin û tevî vê pêvajoyê desthilatdarî polîtîkayên dijminê jin zarok û xwezayê didomîne. Endama Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKB) Nîhal Demîr der barê pêşniyarên çareseriyê yên li dijî tundiyê axivî û got bidawîbûna qirkirina jin, zarok û xwezayê bi aştiyek mayînde pêkan e.
 
Nîhal Demîr got demên dawî de tundiya mêr zêde bûye û got: “Tundî li gorî berê hîn bêtir tê dîtin. Sedema vê jî serdema dîjîtal e. Ligel vê sedema zêdebûna tundiyê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Desthilatdariyê çima evqas tundî xistiye navenda xwe, ji jin zarok û xwezayê çi dixwazin? Pêvajoyek mîlîtarîzmê ya hatiye avkairin heye. Navbera şer û mîlîtarîzmê de têkiliyek heye. Encama vê de jî tundî dertê holê. Zarokek dema tê dinê cihê herî bi ewle ji bo wan mala wan e.Têkiliya bi dayikê re ye. Lê em dibînin ku îro veguherîne cihên herî bê  ewle.”
 
‘Qada taybet polîtîk e’
 
Nîhal Demîr daxuyakirin ku pergal ji bo malên ku jin û zarok têde rastî tundiya mêr tên bi israr dibêje "Qadên taybet" û got ew wek tevgera jinan dibêjin qadên taybet polîtikin. Nîhal Demîr wiha anî ziman: “Hewldanên li van qadan tên jiyîn ji aliyê desthilatdariyê ve tên afirandin. Îro li wan cihan her hewldana pêk tê hewldanên polîtîk yên ji aliyê deshilatdariyê ve tên afirandinê ne. Îro tundiya li wan malan li Narînê û jinan, li Sîlopiyê li xwezayê tên kirin di esasê de şer e. Ji tundiyê wêdetir divê wek şer bê binavkirin.”
 
‘Jin li dijî tundiyê xwe rêxistin dikin’
 
Nîhal Demîr di berdewamiyê de diyar kir ku rêxistinên jinan li dijî tundiya li ser jin, zarok û xwezayê têkoşînek mezin didin û wiha domand: “Jin li her qadê xwe rêxistin dikin. Em wek Platforma Jinan a Îzmîrê her roj her saet çalakiyan didin ber xwe. Em neçarin bibin dengê Narînê dengê hemû jinan. Rewşa jinbûnê jî ji ber vê pêk tê. Em wek jin xwe li dijî civakê jî berpirs dibînin. Rêxistinên jinan refleksên lez nîşan didin. Belê bi bandore lê gelo mayîn de ye? Ev dikare bê lêpirsîkirin. Têkoşîn û refleks gelek bi nirxe lê bi tena serê xwe nîne.”
 
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê dide mêran’
 
Nîhal Demîr destnîşan kir ku yek ji lingê der barê çareseriya pirsgirêkan de rêveberiyên herêmî, ya din meclîs e. Nîhal Demîr ev tişt anî ziman: “Tundiya li ser jinê ne tenê fîzkiye. Divê baweriyek bê avakirin.Niha pirsgirêka esas em dijîn polîtîkayên bêcezahiştinê ya desthilatdariyê ye.Zîhniyeta mêr ya pişta xwe dide qanûnan bêguman wê her roj berê xwe bide jin zarok û xwezayê. Hemû ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Hawirek bê ewle heye. Di rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê tiştekî cidî û esas e. Ev di esasê de şoreşa zîhniyetê ye. Hevserokatî di mekanîzmayên biryardayînê de hişê hevpar diafirîne û mayînde dike. Hîmê esas ev e. Di mekanîzmayên biryargirtinê de cih girtina jinan ji bo guherîna zîhniyetê gavek e. Lingê din jî meclîse.”
 
Avakirina zîhniyeta serdest
 
Nîhal Demîr di berdewamiyê de daxuyand ku tundiya li ser jinan tê wateya avakirina zîhniyeta serdest ya mêr û tundiya mêr heta pergala ku diçe dewletê ye. Nîhal Demîr wiha got: “Mêr û dewlet hev xwedî dikin. Jin û zarok tên qetilkirin. Xweza tê qetilkirin. Sedema van hemûyan tirse. Ji ber ji jinan ditirsin.  Em wek Platforma Jinan a Îzmîrê hewl didin bi lez refleksê nîşan bidin. Em bi TJA, jinên femînîst re tên gel hev û li ser çareseriya pirsgirêkan xebatan dimeşînin.”
 
‘Pêvajoyên aştiyê bêyî jinan ne pêkan e’
 
Nîhal Demîr di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirinê û da zanîn ku daxwaza jinan ev eku aştî demildest pêk bê û got: “Tundiya li ser jinan tê wateya şer. Pêvajoyên aştiyê xesas û zehmetin. Pêvajoya aştiyê bê jin nabe. Her maseya çareseriyê ya jin têde ne, maseya çareseriya civakiye. Divê jin tevli pêvajoyê bên kirin û ji bo dawî li vî şerê li hember jin, zarok û xwezayê hewl bidin.”