Rojnamevan Selma Niyazî Xelata Rojnamegeriya Navneteweyî wergirt

  • 15:23 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka koma medyayî ya Efgan Times Selma Niyazî û du rojnamevanên din ên ji Hindistan û Perûyê, hêjayî Xelata Rojnamevanên Ciwan a 2025’an hatin dîtin.
 
Forûma Lîderên Ciwan a Cîhanî, di daxuyaniya xwe de ragihand ku Selma Niyazî û du rojnamevanên din ên ji Hindistan û Perûyê, ji ber xebata xwe ya bi bandor a di xurtkirina rojnamegeriya serbixwe de û parastina dengê jinên Efganî yên di şert û mercên zehmet de, hêjayî Xelata Rojnamevanên Ciwan a 2025’an hatin dîtin.
 
Li gorî daxuyaniyê, ev xelat ji bo rojnamevanên di navbera temana 18 û 35 salî de yên ku di azadiya ramanê û mafên mirovan de xebatên girîng pêktînin re tê dayîn.
 
Li gorî Forûmê, xebata rojnamegeriyê ya Selma Niyazî ji bo nifşek nû ya rojnamevanên Efganî bûye çavkaniya îlhamê û rêya bihîstina rastî, berxwedan û dengê jinên bindest ên Efganî vekiriye. Selma Niyazî, piştî ku Talîbanê di sala 2021’an de rêveberiya Efganistanê desteserkir, koçî Pakistanê kir û niha li Îrlandayê di sirgûnê de dijî. Selma, bi awayekî veşartî bi rojnamevanên Efganî re dixebite. Selma Niyazî, di sala 2024’an de, podkastek bi navê Open Mic da destpêkirin û berxwedan û têkoşîna 50 jinên ciwan ên Efganî parve kir.
 
Her wiha hate diyar kirin ku Selma Niyazî, torekî ku ji 8 rojnamevan û wênekêşên ciwan pêktê, perwerde kiriye û li seranserê Efganistanê zêdetirê bi 100 jinên ciwan re hertim di nava têkiliyê de bûye. Ev hewldanan bûye sedem ku di rojnamegeriya berxwedanê de bibe kesayetiyek pêşeng.
 
Ev xelat, ji bo li seranserê cîhanê naskirina têkoşîna rojnamevanên Efganî ya ji bo edalet û wekheviyê hat dayîn.