
Berdana sê girtiyên siyasî ji bo şeş mehan hat paşxistin
- 13:18 22 Cotmeh 2025
- Rojane
ERZÎNGAN - Berdana sê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Erzinganê ku yek ji wan zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ye, bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ji bo şeş mehan hat paşxistin.
Berdana Nurcan Aslan, Ardil Çeşme û Zinnet Sağlamku li Girtîgeha Jinan a Erzinganê girtî ne, bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ji bo şeş mehan hat dirêjkirin. Redkirina ferzkırın poşmaniyê ji aliyê girtiyan ve û cezayên wan ên dîsîplînê yên berê wekî sedemên biryarê hatin nîşandan.
Berdana Nurcan Aslan cara duyemîn hat paşxistin
Nurcan Aslan ku ji neh salan zêdetir girtî ye û berdana wê ji hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve cara duyemîn hat paşxistin, dê di şeş mehan de sêyemîn nirxandina wê bê kirin.
Berdana Ardil Çeşme jî hat astengkirin
Berdana Ardol Çeşme, ku ji 30 salan zêdetir girtî ye, ji hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve sê caran hat paşxistin. Di nirxandina sêyemîn de berdana wê ji bo şeş mehên din hat dirêjkirin.
Zinnet Sağlam jî tevî ku cezayê xwe temam kiribû jî nehat berdan
Zinnet Sağlam ku cezayê xwe temam kiribû, piştî nirxandina destpêkê ya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, serbestberdana wê ji bo şeş mehan hat paşxistin.