Ji ber nûçeya Rojîn Kabaîş lêpirsîn li Oznûr Deger hat vekirin
- 12:36 24 Cotmeh 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Ji ber nûçeya wê ya li ser mirina bi guman a Rojîn Kabaiş, li dijî rojnamevan Oznûr Deger bi îdiaya "belavkirina agahiyên şaş a bi eşkereyî" lêpirsîn hate destpêkirin.
Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger li ser nûçeyek bi sernavê "Îdîaya nehat lêpirsînkirin: Memûrê ewlehiyê yê reviya derveyî welêt" ku wê li ser platforma medyaya dîjîtal X'ê parve kiribû, ji bo îfadeyê gazî Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hat kirin. Oznûr Deger, ku bi parêzerên xwe re çû dozgeriyê, li ser sûcdariya li dijî wê îfade da.
Oznûr Deger da zanîn divê biryara nepeniyê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîş bê rakirin û raya giştî rastiyên têkildarî dosyayê hîn bibin.







