‘Ji bo çareseriya pirsgirêkan aştî divê’

  • 09:02 25 Cotmeh 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan der barê pêvajoya aştiyê ya piştî banga dîrokî ya 27’ê hatiye destpêkirin de axivîn û balkişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku bêyî azadî û wekheviyê aştî û jiyanek hevpar ne pêkan e.
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de kir pêvajoya diyalog û çareseriyê dest pê kir. Li welat gelek pirsgirêk tên jiyîn, jin, ciwan, kedkar û xizan, dibin siya polîtîkayên şer de di jiyaneke bi fikar, xizanî û înkarkirî têkoşînê didin. Jinan der barê pêvajoyê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Wek civak divê em bibin xwedî hişmendî’
 
Asli Kiliç da zanîn ku yên ku herî zêde krîza aborî hîs dikin jin in û got: “Ev rewş sererast nabe lê hêvî heye ku çareserî bê. Hêza girtinê her diçe kêm dibe. Em wek civak ji ber li dijî rewşê bêdeng dimînin wisa dibe. Divê em civak bibin xwedî hişmend em bên ser xwe.  Di mijara mafê mirovan de hişmendî tuneye. Em wek civak bi hev re tevnagerin. Em mafên xwe niznain. Divê her kes wekhev bê dîtin û cudahî neyê kirin.”
 
‘Li welat edalet tunebe em çawa bi edalet bin’
 
Zeynep Keçîlî jî balkişand ser pergala edaletê û wiha daxuyand: “Edalet gelek girîng e. Dema pirsgirêkên pergala edaletê çareser bibin wê hemû pirsgirêk ji holê rabin. Di alî statuyê de rewş nebaş be mirov li her derê di plana dawî de dimînin. Sedema vê jî di esasê de tercîha mirovan bixwe ye. Em bi berfirehî li jiyanê nanêrin. Em di mijar amafê mirovan de zêde ne xwedî agahî ne.  Maf û hiqûq tûneye. Mirov der barê mafê mirovan de ne xwedî agahî ne. Li welat edalet tunebe em ê çawa bi edalet bin. Divê civak di nava yekitiyê de bijîn. Mixabin di pergala rêveberiyê ya niha de bihevrebûn tuneye.”
 
‘Em dixwazin li cîhanek bê şer bijîn’
 
Gul Atsiz ya 27 sal berê ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye, da zanîn ku ew bi hêviyek mezin aştiyê dipên û wiha domand: “Em aştiyê dixwazin ku jiyaneke baş bê jiyîn. Divê şer bidawî be û mirov baş bibin. Em ji Mêrdînê hatin vir. Me got belkî em aştiyê li vir bijîn. Em qetilkirina jinan naxwazin. Em cîhanek bê şer dixwazin.”
 
‘Divê dewlet li ser pêvajoyê raweste’
 
Nafya Kale jî wiha bi lêv kir: “Em ji bo pêşeroja zarokên xwe aştiyê dixwazin. Jiyanek wekhev mafê me hemûyane. Divê dewlet li ser pêvajoyê raweste. Bila kes rondikan nebarîne. Kurd mafên xwe dixwazin.”
 
‘Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin’
 
Halîme Gulen jî destnîşan kir ku ew dixwazin li ser axa xwe bi îradeya xwe bijîn û got ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.
 
Jina bi navê Sultan Yel jî wiha daxuyand: “Tevî êşên hatine jiyîn em li alî çareseriyê ne. Bi salane eziyet bi Kurdan tê kirin. Wek her kesî em jî aştiyê dixwazin. Aştî bi azadiya serokatiyê pêkan e. Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
 
‘Divê gel bibin yek’
 
Melîke Çeşmecî jî bi lêv kir ku şer û newekhevî dibe sedema tirs û fikaran û wiha pê de çû: “Ez jî wek her kesî aştiyê dixwazim. Bila nîjadperestî tunebe. Em jiyanek aştiyane, jiyaneke ku dikarin zarokên xwe bi rehetî mezin bikin dixwazin. Divê he rkes bibe yek û ji bo aştiyê hewl bidin.”
 
‘Em nikarin xwe birêve bibin’
 
Dîlan Bakir ev tişt anî ziman: “Yên herî zêde bi bandor dibin ciwanin. Gel jiyanek baş najîn. Ciwan tên astengkirin. Me hemûyan bi hev re ev welat ava kir. Em ê bihev re bidin jiyîn. Divê pirsgirêka Tirk-Kurd nemîne. Em hemû bi hev re ne. Lê mixabin em cuda tên dîtin, biçûk tên xistin. Em nikarin xwe birêve bibin. Ji bo hebûnê divê em têbikoşin. Li gorî min pêvajo hêviyê nade. Ji ber hinek tişt nayên çareserkirin.”
 
Ayten Ketan jî balkişand ser demokrasiyê û daxuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin demokrasiye û got ji bo çareseriyê demokrasî ferz e.