‘Divê muxatabê çareseriyê azad bibe’

  • 09:03 25 Cotmeh 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest pêk bê û got: “Divê mifteya çareseriyê azad bibe ku em jî bi samimiyeta Tirkiyeyê bawer bikin. Me heta niha samimiyeta wan nedîtiye.”
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde, erkên mezin ket ser milê siyaset û civakê. Di çarçoveya bangê de jinan, rêxistinan, saziyan û siyaetmedaran gelek peywir girtin. Dayikê Aştiyê jî ku heta îro têkoînek mezin dane niha xebatên xwe du kat kirine.
 
‘Dema serokatiya me bê berdan em ê bêjin aştî hatiye’
 
Fatma Yilmaz ku 32 sale têdikoşe da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya rast nîşanê Kurdan dye û got: “Em li pey têkoşîna xwe ne. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê bigihînin serkeftinê. Bila tu dayik negirîn. Kurdan gavên pêwist avêtin. PKK’ê çek şewitandin. Em bi israr atşiyê dixwazin. Dema serokatiya me bê berdan em ê bêjin ku aştî hatiye.”
 
‘Bila zarokên kesî nemirin’
 
Dayika aştiyê Tenzîle Agitay jî ev nirxandin kir: “Em bi israr aştiyê dixwazin. Bila zarokên tu kesî nemirinn. Cenazeyên zarokên me di kargoyan de tên. Birayê min 36 sale çûye lê tu agahiya me jê tuneye. Heta Rêberê me Abdullah Ocalan azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dewlet neçare gavê bavêje.”
 
‘Divê komîsyon demildest hevdîtinê bike’
 
Dayika Aştiyê Wetha Kaçar wiha vegot: “Heta serokatiya me azad nebe ne em ne jî Tirk azad nabin. Divê komîsyon demildest bê avakirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
 
Dayika Aştiyê Maşallah Işik Arslan jî balişand ser azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din û got divê her kes gûh bide banga 27’ê Sibatê û divê dewlet gavê bavêje.
 
Herî dawî Cemîle Çelîk jî jî axivî û wiha anî ziman: “Di pêvajoyên aştiyê de divê muxatab bên guhdarkirin. Pêvajoyên aştiyê li gorî yên şer hîn bêtir giran û bi êşin. Lê ji bo Kurdan, ji bo jinan muxatabê aştiyê Birêz Ocalan e. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên din azad bibin. Divê muxatabê çareseriyê azad bibe ku em jî bi samimiyeta Tirkiyeyê bawer bikin. Lê hîna me samimiyeta wan nedîtiye. Divê gav bên avêtin.”