Ji FEDA û DAKB'ê banga ji bo meşa 8'ê Mijdarê
- 13:04 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - FEDA û DAKB'ê ji Dortmund ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.
	Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) 2'ê Mijdarê li Dergaha Elewiyan a Dortmundê civînek lidar xistin û beriya meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê nirxandin kirin.
	Civîn bi rengê bernameya taştê pêk hat. Di civînê de hate nîqaşkirin bê çima civaka Elewî divê 8'ê Mijdarê li qadan be û li ser şert û mercên civakî û siyasî yên demê nirxandinên girîng hatin kirin.
	Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku daxwaza welatîbûna wekhev tenê bi edalet, azadî û aştiyê dikare pêk were û hate gotin, "Weke civaka Elewî daxwaza me ya ji bo welatîbûna wekhev li vê xakê bi avakirina aştî, azadî û edaletê dibe. Ev jî dikare bi mercên azad ên kar û jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd û derîvekirina li çareseriya demokratîk dibe. Çarenûsa civaka Elewî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye."
	FEDA û DAKB'ê destnîşan kir ku ew feraseta "Elewîtiya maqûl" a dewletê red dikin û gotin, "Gotina rasteqîn ew gotin e ku ji bo gelan, baweriyan, xweza û heqîqetê tê gotin."
	Di daxuyaniyê de ji bo aadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya hemû girtiyên nexweş û siyasî banga tevlîbûna li meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê hate kirin.
	FEDA û DAKB'ê civaka Elewî, jin, ciwan vexwend meşa 8'ê Mijdarê.
				
				
				
				
				
				





