Ji bo danişîna rojnamegera girtî a nexweş banga tevlibûnê
- 15:45 11 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Ji bo tevlibûna danişîna doza rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç bang hate kirin. Di daxuyaniyê de rojnamegeran bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.
Rojnameya Ozgur Gelecekê, ji bo nûçegihana xwe Perîhan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin û nexweşa çolyakê ye, li avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojnamegerî sûc nîne! Perîhan Sevda Erkilin bila were berdan! Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin!” hate daliqandin. Gelek rojnameger û rêxistinên pîşeyî tev li bûn.
Ji MLSA’yê Semra Pelek beriya daxuyaniyê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got ku di dosyaya Perîhan Sevda Erkilinçê de tu delîl nînin.
Endama DFG’ê Reyhan Hacioglû jî êrişên ser Çapemeniya Azad bi bîr xist, got îktîdar hewl dide rojnamegeriyê krîmînalîze bike û banga têkoşîna hevpar kir.
Endama MKG’ê Yadîgar Aygun jî got ku niha herî kêm 40 rojnameger girtî ne û bal kişand ser zextên ser rojnamegeran.
Ji Dayikên Aştiyê Hanîfe Yildiz jî got ku li welatekî zext ser çapemeniyê heye, kesek nikare behsa hiqûq û demokrasiyê bike û got ew bi çapemeniyê re ne.
Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Yûsûf Çelîk jî got ku Perîhan Sevda Erkilinç nexweşa çolyakê ye, ji mafê tenduristiyê bêpar tê hiştin û ji ber di dema muayeneyê de kelemçekirina destê xwe qebûl nekiriye, der heqê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çelîk, got ku Perîhan Sevda Çelîkê dengê karkeran, kedkaran, gelê Kurd û muxalefeta civakî parve kiriye lewma hedef hatiye girtin. Çelîk, xwest Perîhan Sevda Erkilinç tavilê were berdan, polîtîkayên zextê yên ser azadiya çapemeniyê bi dawî bibin û mafê jiyanê û yê tenduristiyê yê girtiyên nexweş bê misogerkirin.







