Salîha Aydenîz bi Kurdistaniyên li Torontoyê re civiya
- 13:14 14 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Toronto yê Kanadayê.
Salîha Aydenîz bi hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, rêveber û ciwanan re civiya û têkildarî geşedanên heyî yên li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin kir.
Parlamenter Salîha Aydenîz diyar kir ku pêvajoya civaka demokratîk bi baldarî tê meşandin û got, “Di encama vê pêvajoyê de wê rêber û siyasetmedarên gelê Kurd azad bibin, aştî li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were.”
Salîha Aydenîz her wiha bal kişand ser meşên ji bo ked û aştiyê û çalakiyên li dijî bikaranîna tiryakê.
Serdan bi pirsên Kurdistaniyên li dîasporayê dewam kir. Salîha Aydenîz bal kişand ser têkoşîna jinê jî û destnîşan kir ku li Tirkiye û Kurdistanê jin li ser rêyeke girîng dimeşin.
Parlamentera DEM Partiyê got, “Li Kurdistan û Tirkiyeyê jin gihiştine çêkereke ku xwe diparêze û li ber xwe dide. Ji desthilatdarî û feraseta desthilatdara mêr hesab dipirsin.”







