Şadiye Manap: Li dijî polîtîkayên şerê taybet rêxistinbûn divê

  • 09:04 11 Tebax 2026
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Manap, derbarê bandora polîtîkayên şerê taybet yên li ser Kurdistanê de nirxandin kir û da zanîn ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di esasa demokratîk de pêş bikeve. Şadiye Manap bi lêv kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan di alî veguherina civakî û aştiya mayîn de bi bandore.
 
Polîtîkayên şerê taybet bi salane li Kurdistanê tên meşandin û ev tenê bi pêkanînên ewlehiyê sînor namîne, bi aliyên civakî, çandî û siyasî xwe dide meşandin. Rêbazên şerê taybet di rayagiştî de tê nirxandin û bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re di navenda nîqaşan de cih digire.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap der barê polîtîkayên şerê taybet û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
 
Şerê taybet di esasa hedefên siyasî de tê meşandin
 
Şadiye Manap da zanîn ku şerê taybet di esasa hedefên siyasî de wek polîtîkayekê tê meşandin û got: “Polîtîkayên şerê taybet tu car ranewestin. Her tim li ser civakê bandora xwe meşandiye. Ji berê de Kurd ji zimanê wan dûrxistin, qedexekirin, înkarkirin. Navên Kurdî hatin qedekirin, ziman hat qedexekirin.  Serdest ji bo pêşî li pêşketina azadî û şoreşa îradeya gel bigire polîtîkayên şer her tim dikin dewrê.”
 
‘Di 50 salî de polîtîkayên şerê taybet giran bûn’
 
Şadiye Manap daxuyakirin ku polîtîkayên şerê taybet yên li hember Kurdan xwedî paşerojeke dirêj e û wiha got: “Di 50 salên dawî de ev polîtîka giran bûne. Pêvajo bi rêbazên cuda hatiye meşandin. Em li dîrokê dinêrin vê dibînin. Qedexekirina Kurdbûnê, afirandina tirsê, avakirina qerekolan. Ev hemû rastiyên şerê taybete. Lê vê dewletê fêm kir ku bi îşkence, zext, çek û cerdevaniyê nikare bi gel serî bide tewandin, serî li riyê dan. Ciwanên Kurd hedef girtin û ji rê derxistina ciwanan hedef girt. Bi taybet jî di 10-12 salan de ev polîtîka hatin girankirin. Gelê Kurd bi van polîtîkayan hedef hat girtin. Her taxa Kurdistanê bi kamereyan hatiye dorpêçkirin. Tiryak, fuhuş, dizî, xizanî, qirêjî tê belavkirin. Dixwazin navbera ciwanên Kurd de vê bikin.”
 
‘Em bi serok û tevgera xwe bawerin’
 
Şadiye Manap balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî dayê: “Dewlet jî dibêje ‘Em di pêvajoya demokratîkbûn, wekhevî û aştiyê de ne’. Tevger û serokê me bi kedek mezin hewl dide. Di vê mijarê de em bi serok û tevgera xwe bawerin. Serokatiya me ji berê heta niha ji bo çareseriya pisgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hewl da. Ji ber vê ez rexneyek xwe bêjim. Divê destûr ji bo sabotekirina pêvajoyê neyê dayîn. Ev jî erka dewletê ye divê pêşî li vê bê girtin.”
 
‘Serokatî muxatabê esas yê pêvajoyê ye’
 
Şadiye Manap got dewlet bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û wek muxatab qebûl kiriye û li dijî vê di mijar agavên siyasî de giran tevdgiere. Şadiye Manap wiha got: “Tevgera me di pêvajoyê de samîmî bû. Divê dewlet jî di vê mijarê samîmî be û şert û mercên azadiya serokatiyê ava bike ku siyasetê bike. Di têkoşînê de divê cihê jinan neyê piştguhkirin. Ji pêşengên têkoşînê ne. Jin azad be wê pêşiya serdestiya mêr jî bê girtin.”