Li Deştadarê Navendea Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin

  • 18:58 11 Tebax 2026
  • Rojane
ŞIRNEX – Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin. Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Newroz Uysal Aslan, axivî û da zanîn ku navend ji bo jinan wê bibe hêvî û hêz.
 
 Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê ya Şirnexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tevli bûn.  Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di vekirinê de axivî û da zanîn ku vekirina navendê gavek girînge.
 
‘Ji bo jinan hêviye’
 
Parlamenter Newroz Uysal jî da zanîn ku heta jin ji tundiyê rizgar nebin azad nabin û got îdiaya wan jinan azad bikin û ji ber vê ev navend ji bo hemû jinan hêviye.
 
Vekirin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hat vekirin.