Li dijî êrîşa zayendî meşiyan
- 22:13 18 Tebax 2026
- Rojane
DÎLOK - TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Dîlokê, li dijî êrîşa zayendî ya ku li hemberî jineke astengdar pêk hatibû meşiyan û bang kirin: “Ji bo civaka exlaqî û jiyana azad, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Dîlokê li dijî zêdebûna êrîşên zayendî, tacîz û destdirêjiyê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Girseya ku li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Şahînbeyê hat cem hev, pankarta “Li dijî qirkirina jinê, taciz û destdirêjiyê, niha dema jinê û avakirina civaka exlaqî ye” vekir û ber bi Parka Bêhnvedanê ya Dîlokê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin berzkirin.
‘Êrîş ne takekesî ne, encama hişmendiya mêrperest in’
Metna daxuyanî ji aliyê rêvebera DEM Partiyê ya Dîlokê Birgu Yildirim ve hat xwendin. Bîrgul Yildirim bal kişand ser kêmbûn û tengkirina qadên jiyanê yên ewle yên ji bo jin û zarokan û diyar kir ku êrîş û îstîsmar ne bûyerên takeksî ne, ew rasterast encama hişmendiya mêrperest in û wiha got:”Berpirsiyariya sereke ew e ku şert û mercên tundiyê derdixin holê bên ji holê rakirin û jiyana bê tundî ya jinan bê misogerkirin. Ji bo azadiya jinan û ewlehiya civakê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.
Çi bûbû?
Di 14ê Tebaxê de li taxa Cengîz Topel a navçeya Şahînbeyê, S.P. (23) ya ku astengdar e gava ji malê derketibû ku biçe marketê, ji aliyê kesên nenas ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û revandin. S.P. paşê li taxa Vatanê di rewşek ku rastî êrîşa zayendî hatibû, hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de 4 gumanbarên bi navê M.Ş.E. (25), M.T. (27), S.B. (28) û F.R. (17) hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.







