Li Swîsreyê têkoşerên azadiyê hatin bibîranîn
- 11:32 30 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 2'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Swîsreyê bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedana 15'ê Tebaxê Civaka Demokratîk ava dikin" hat pêkanîn. Festîvala ku bi hezaran kes tevlî bûn, diyarî gerîlayên ku demên dawî şehadeta wan hatibû ragihandin, hat kirin.
2'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Swîsreyê bi tevlîbûna bi hezaran kesî veguherî çalakiyeke bîranîna şehîdan. Festîvala ku ji aliyê CDK-S û YJK-S'ê ve bi dirûşma “Em bi ruhê berxwedana 15'ê Tebaxê Civaka Demokratîk ava dikin” hat amadekirin, diyarî gerîlayên ku demên dawî şehadeta wan hatibû ragihandin, hat kirin. Malbatên şehîdan bi wêneyên zarokên xwe tevlî festîvalê bûn.
Festîval bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir û piştre Hevserokên CDK-S'ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr di festîvalê de axivîn.
Cemal Ozdemîr, diyar kir ku wan festîval diyarî şehîdan kiriye û got: “Ev festîval bi saya bedelên ku şehîdên me dane pêk tê. Em li ber bîranîna wan bi hurmetî û minnetdarî bejna xwe ditewînin. Em ê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bi aştiyê tacîdar bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin.”
Dîlan Çetînkaya, jî destnîşan kir ku ew deyndarê şehîdan in û got: “Em li ber hemû gerîlayên ku şehadeta wan hatibû ragihandin bi hurmetî û minnetdarî bejna xwe ditewînin. Serê hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd sax be.”
Li ser navê malbatên şehîdan Mehmet Akdogan jî axivî û got ku ew bi zarokên xwe serbilind in û ev tişt anî ziman: “Ew ji bo azadî û welatê xwe gihîştin şehadetê. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna ku wan canê xwe di oxira wê de dane, bi pêş de bibin.”
Endamên Rêxistina Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi posterên Rêber Apo û Mahsûm Korkmaz derketin ser dikê û diyar kirin ku ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, jî şehîd bi bîr anîn û got: “Em ê xwedî li nirxên ku wan li du xwe hiştine derkevin. Têkoşîn û rêxistinbûn niha hê bêtir girîng bûye. Niha dem dema xwedîderketina li pêvajoyê û Rêber Apo ye.”
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, bi rêya telekonferansê tevlî festîvalê bû. Arkaş, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got: “Şehîd, şehîdên gelê Kurd in. Wan di rêya Rêber Apo de meşiyan. Îro li Îmraliyê pêvajoyeke dîrokî hat destpêkirin. Heke pirsgirêk çareser bibe, her kes dê bê û tevlî pêvajoyê bibe. Erka me rêxistinbûn e.”
Di festîvalê de Koma Agirê Jiyan, Tara Memedova, Bajar, Kawa Urmiye, Dengê Bakur, Govenda Swîsre û Delîl Tofan derketin ser dikê.







