Tetîkkêşa siyasetê: ATV

  • 09:03 20 Kanûn 2020
  • Medya Kritîk
Munevver Karademîr
 
NAVENDA NÛÇEYAN - ATV li gorî daxuyaniya serokê MHP'ê  ket nava hewldanan, ser nûçeya xwe li gorî daxwaza wî pêşkeş kir û alîgiriya xwe careke din aşkere kir. 
 
Hevparê îqtîdarê serokê MHP’ê di daxuyaniyeke xwe de bal kişandibû ser partiya HDP’ê ku bi milyonan dengên kurdan bendava hilbijartinê derbas kir û li Tirkiyeyê bû partiya 3’yemîn û li meclîse gelek kursî bi dest xistin. Serokê MHP’ê di daxuyaniya xwe de digot ku HDP partiyeke ji terorê xwedî dibe û divê demildest parlamenterên wê bên darizandin û deriyê wê bê kilîtkirin. Piştî vê daxuyaniyê kanala  ATV'ê jî dema ku di 12’yê Kanûnê de ev daxuyanî bi civakê re li gel logoya HDP’ê bi sernavê “Girtina HDP’ê” parve kir li ser vê logoyê li şûna stêrk û pelê darê bombe, gule danîbû û kilîta ku tê wateya girtinê danîbû. HDP’ê piştî vê nûçeyê derbarê ATV'ê de serî li RTUK’ê da û giliyê vê kanala televîzyonê kir. 
 
Bandora çapemeniyê li ser civakê gelek zêde ye. Çapemenî ew dezgeh e ku bi ragihandina nûçe û parvekirinên xwe bibe guh û dengê civakê û vê civakê di warê pêşketin, qewimîn û bûyerên ku li cîhan û welêt derdikevin pêş ji civakê re bi awayekê bê alî ragihîne. Lê li gelek deverên cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê gelek caran çapemenî vê erka xwe ji bîr dike û bi awayekî alîgir tev digere. Dema ku çapemenî alîgir tev bigere jî civak nikarin jê sûdê bigirin û ji mafên xwe yên ragihandinê bêpar dimînin. Ji ber wê ye ku mafê çapemeniyê tune ye civakê ji mafên wê bêpar bihêle. 
 
Lê li Tirkiyeyê rewş cuda ye. Bi taybetî jî di salên dawîn de çapemenî ji armanca xwe dûr ketiye. Xebatkarên çapemeniyê yên ku hewl didin erka xwe pêk bînin jî yan tên girtin û yan jî tên sûcdarkirin û ji aliye îqtîdarê ve wekî xebatkarên çapemeniyê nayên dîtin û nûçeyên ku çêdikin jî bi destên îqtîdarê tên astengkirin. Ev alîgiriya îqtîdarê ya çapemeniyê ku civakê ji rastiyan bêpar dihêle gelek caran dibe mijara rojnameger û siyasetmedarên ku dixwazin erka xwe ya li hember civakê pêk bînin. Lê disa îqtîdar û medyaya xwe li hember derdikevin û dibêjin ku karê herî baş ew dikin û herî zêde ew ji civakê re rastiyan vedibêjin. 
 
Em van nîqaşan û kî mafdar kî jî ne mafdar li aliyekî bihêlin û bên ser mînaka balkêş ku rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê bi zelalî danî holê ser nûçeya ATV'yê ya li gel logoya HDP’ê hat weşandin. Serokê MHP’ê di daxuyaniya xwe de digot ku 'HDP partiyeke ji terorê xwedî dibe' û divê demildest parlamenterên wê bên darizandin û deriyê wê bê kilîtkirin.  ATV ev nûçe bi logoya HDP’ê ku li gorî xwe guhert, li ser bombe, gule û kilît danî, weşand. Vê kanala televîzyonê bi nûçeya xwe û bi vê logoya ku guhert çapemenî ji wateya wê dûr dixist, eşkere dikir ku bê alî tev nagere. Her wiha bi logoya ku guhertibû xwe kiribû dewsa darazê û hedef nîşan dabû. Bi vê rêbazê mejiyê civakê tevlihev kiribû.  
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç derbarê ATV ya ku bi nêzîkatiya xwe ya îqtîdarê tê zanîn û di 12’yê Kanûnê de cih da nûçeya bi sernavê “girtina HDP’ê” de serlêdana sûc derbarê televîzyonê de li RTUK'ê kirin.
 
Vê nûçeyê jî careke din nîşanî me da ku li Tirkiyeyê çapemenî çiqas azad e û bi çi awayî tev digere.