Ji xwendekaran komxebata pêvajoyê

  • 13:15 7 Tebax 2025
  • Rojane
STENBOL - Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê di çarçoveya pêvajoyê de bi dirûşma “Em xwe bi ruhê hevrêtiya komunalîst birêxistin dikin, azad dibin” komxebatê li dar bixe. 
 
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi dirûşma “Em xwe bi ruhê hevrêtiya komunalîst birêxistin dikin, azad dibin” komxebatê li dar bixe. Komxebat, dê di 10’ê Tebaxê di roja yekşemê de li Navenda Çand û Hunerê ya Yilmaz Mizrak a li Maltepeyê were lidarxistin. 
 
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Ji bo ku gotin û kirin bêhtir hev bigirin û sosyalîzm di şexsiyetan de can bide, di vê serdemê de hûr û kûrbûna di sosyalîzmê de û xwebirêxistinkirin, erka me ya sereke ye.” 
 
Di parvekirinê de banga tevlibûnê li ciwanan hate kirin.