
Ayşegul Dogan: Hewcehî bi têkoşînê heye
- 14:35 7 Tebax 2025
- Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser komîsyona li meclisê hatiye avakirin û pêvajoyê û got: “Hewceye em pêvajoyê weke pêvajoya guherîn û veguherînê ya her du aliyan bibînin. Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye.”
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyanî da. Ayşegul Doganê da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliyeya 33 girtiyên 30 salên xwe temam kirin hatine taloqkirin. Ayşegul Doganê got ku duh jî tehliyeya 5 girtiyên din careke din ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin.
Ayşegul Doganê, bal kilşand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û komîsyona di vê çarçoveyê de hatiye avakirin û got: “Ev rewşa nû, girîng e. Em niha di qonaxeke pir krîtîk de ne. Em di dilê qonaxekê de ne. Xebatên di vê çarçoveyê de tên kirin, hewceye çêker bin. Girîng e ku bingeha pirsgirêkan bên tespîtknrin. Lêbelê komîsyon bi tena serê xwe nikare van pirsgirêkan çareser bike. Divê weke siyaset û civak em bên gel hev û bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin.”
Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser hejmara partiyên di komîsyonê de cih digirin û ev tişt anî ziman: “Em di qonaxeke pir kêm tê dîtin de ne. Divê em vê qonaxê weke qonaxa avakirina aştî, azadî û demokrasiyê bibînin. Weke DEM Partiyê em ê ji bo gavên nû tên avêtin tişta ji dest tê bikin. Ev demekî dirêj e em ji bo vê haziriyan dikin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî, wekhevî, xwişk-biratiyê heye. Girîng e ku pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo sererastkirinên yasayî divê xebat bên kirin. Ji bo piştevaniya civakî pêdivî bi xebatên jiyanî heye.”
Ayşegul Doganê axaftina xwe wiha qedand: “Gelo dewlet, îktîdar, muxalefet, siyaset û civak dê xwe li gorî serdema nû çawa amade bike? Yek ji mijarên divê li ser were axaftin û xebat bên meşandin jî ev e. Divê ev pêvajo weke pêvajoya guherîn û veguherîna her du aliyan were nirxandin. Divê neyê jibîrkirin ku stûnên derfetên vê qonaxa krîtîk dê bi têkoşîna hevpar ava bibin. Bi muxalefeteke xurt dibe.”