
Bi 24 tabloyên rengîn pêşangeha bi navê ‘Dayîk’
- 16:17 7 Tebax 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - bajarê Silêmanî koma Vangard bi 24 tabloyên reng bi reng yekemîn pêşangeha bi navê ‘Dayîk’ vekirin.
Duh di 6’ê Tebaxê de, li galeriya Emnesore ya li bajarê Silêmanî, koma Vangerd yekemîn pêşangeha wêneyan bi navê ‘Dayîk’ ji aliyê şeş şêwekarên bi navê ‘Helale San, Tara Mehmûd, Gulnar Şêx Sadiq, Naze Hemereza, Faruk Ebdurehman, Haval Berzinc’ ji bo sê rojan hate vekirin.
Di pêşangehê de 24 tabloyên reng û reng ên jinên şêwekar hatin pêşandan. Li gorî gotinên şêwekaran, armanca vekirina vê pêşangeha şêwekarî ya bi navê ‘Dayîk’ hêza xeyal ya firinê îsbat bike.
‘Derxistina hêza dayîkê û jinan erkek pîroz e’
Pexşan Hemereşîd ku serdana pêşengeha ‘Dayîk’ kir, wiha got: “Wek serdanvanekê ev du roje ez serdana vê pêşengehê dikim. Bi ketina hola pêşangehê mirov hebûna dayîkê hîs dike. Dayîk ji bo her kesê watedar û pîroz e. Em jin û dayîk berdewam pêwîstî bi pêşangehên bi vî awayî ne. Hebûna van pêşengehan ked û xebatê jinan nîşanî nifşên niha û pêşerojê didin. Derxistina keda dayîkê, erkê her kesekê ye. Divê ji aliyê şêwekaran û aliyên din ve, berdewam hewla derxistina hêza jinan û rêya şano û pêşengehan bê dayîn. Niha kêmek jin hewla karkirin û derxistina hêza xwe didin. Divê jin bi rêya pêşangehan hê zêdetir hewla derxistina hêza xwe bidin.”