Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Dest ji polîtîkayên çewisandinê berdin

  • 15:41 7 Tebax 2025
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê qedexeya ragihandinê ya li ser girtiyên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê de daxuyaniyek weşand û got, "Tavilê dev ji polîtîkayên zext, çavtirsandin û tecrîdê yên li ser girtiyên siyasî berdin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî qedexeya ragihandinê ya mehekê ya li ser 12 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê da.
 
Meclîsê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ev biryar hem Destûra Bingehîn û hem jî peymanên navneteweyî binpê dike. Em van polîtîkayên ku girtiyên jin bêdeng dikin û tecrîd dikin qebûl nakin! Divê hemû tedbîrên dîsîplînê bi lezgînî werin lêkolînkirin; Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Wezareta Dadê divê tavilê ji bo parastina mafên girtiyên jin û çareserkirina van binpêkirinan tedbîran bigirin. Tavilê dev ji polîtîkayên zext, çavtirsandin û tecrîdê yên li ser girtiyên siyasî berdin!"