Li Wanê li dijî xespkirina maf serhildan û nêrîna çapemeniyê

  • 09:06 7 Nîsan 2024
  • Medya Kritîk
 
Gulşen Koçuk
 
AMED - Zimanên ku daxwaza edeletê ya gelê Kurd krîmînalîze dike, bi destê çapemeniya alîgir tê meşandin û mînaka dawî li Wanê carek din hat dîtgin. Li aliyekî çapemeniya alîgir ku gel bi provakatoriyê sûcdar kir, li aliyê din jî tevî hemû zextan çapemeniğya azad pêvajoya li Wanê ragîhand…
 
Di demên dawî de em hemû civak hemfikrin ku pêvajo gelek bi tevger derbas dibe. Bi taybet di 5 salên dawî de sê hilbijartin pêk hatin, pêvajoya pandemiyê, erdhej hat jiyîn. Her wiha bi atmosfera şer û tundiyê derbas bû. Di hilbijartinan de civak di heman demê de bersivê dide kesên ku wan bi rêve dibin.
 
Belê demokrasî tenê bi sindoqê nabe. Di şertên newekhev de demokrasî payîn ne pêkane. Li welatekî wek Tirkiyeyê hilbijartin ji bo civakê dibe qada têkoşînê. Lêdi vê qada têkoşînê de yek ji lingên ku vê newekheviyê giran dike çapemeniye. Em wek çapemeniya azad her tim dibêjin; li dijî artêşa çapemeniya deshtilatdariyê, rojnamegerên rastiyê dibêjin her tim dibin hedef. Ev rastî di zextên dema hilbijartinan de jî tên dîtin.
 
Rastiya çepameniya azad
 
Sala borî di hilbijartinên giştî yên pêk hatin de du operaysonên mezin pêk hatin û di her duyan de rojnameger hedef hatin girtin. Ev pratîkên di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê yên desthilatdariyê de de dikarin bên nirxandin. Di pêvajoyeke ku dest bide siyaseta Kurd dihat şewitaqndin de, çapemeniya azad rastî nîşan da. Çapemeniya azad tevî hemû zextan di hilbijartinên 31’ê Adarê de li her derê bi perspektîfa demokratîk û jinê xebat meşand.
 
Stratejiya hilbijartinê ya DEM Partiyê
 
Tevî desthilatdariyê gel ji bo xwe çû ser sindoqan û dengê xwe dan xwe. Hilbijêrên DEM partiyê li bajarên Tirkiyeyê bi AKP’ê dan windakirin û li bajarên Kurdistanê jî bi stratejiya ku şaredariyên xwe bigirin çûn ser sindoqan. 
 
Lêgerîna edeletê
 
DEM partiyê nêzî 80 şaredarî bi destxist. AKP’ê êşa windakirina welat dîsa ji Kurdan derxist. Şirnex, Bedlîs, Riha,, Qers.. û Wanê. Tiştên li Wanê hatin jiyîn çapemeniya alîgir hewl da veşêre. Hewlên wan her kes dizane. Min dixwest di vê nivîsa medya krîtîk de behsa Nobetên Edeletê bikim lê vê carê dixwazim li ser lêgerîna edeletê ya Wanê bisekinim.
 
Gotina ‘kolan tevlihev kirin’
 
Her kes dizane ku DEM Partî li Wanê bi fereqek mezin bi ser ket. Lê di 29’ê Adarê de 5 deqe mabû ji qedandina mesayiya rojê re hewl hat dayîn şaredarî carek din bê xespkrin û hevşaredar Abdullah Zeydan bixînin.Di 2’ê Nîsanê de gel daket kolanan. Lê bi gotinên wekê ‘sempatîzanên PKK’ê kolan tevlihev kirin’ gel hedef girtin. Çapmeniya alîgir û li ser çapemeniya civakî gel hedef hat girtin.
 
Îşkence nehat dîtin
 
Di X’ê de li ser platforma bi navê ‘BPT’ di parvekirina ‘Li Wanê alîgirên rêxistina terorê PKK’ê her der dan ber agir. Hêzên çewik mudxale dikin’ gel hedef girt. Aykiri jî îfadeyên wekê ‘Li Wanê rêxistina terorê daket kolanan’  bikaranî. Di pêvajoyê de ku îşkenceya ku polîsan kir bi tu awayî nehat dîtin. Ajans, rojname û televîzyonan bêdeng, bêyî xwe zêde derxin pêş li rupelên dawî dan an jî di çapemeniya dijîtal de gel krîmînalîze kirin.
 
Di pêvajoya li Wanê de hinek nêzîkatiyên çapemeniya alîgir wiha derketin pêş: 
 
*Ajansên wek DHA, ÎHA pêvajoya Wanê di rupela serke de nedîtin, ji bo dîtina nûçeyan divê mirov biketa beşa nûçeyên herêmî. Di nûçeyên herêmî de dema Wan bihata gotin geşedan dihatin dîtin.
 
*Ji bilî ‘nasnameya welatibûnê’, gel bi navên wekê ‘provakator, sempatîzanên rêxistinê, endamên rêxistinê’ hatin binavkirin û gotin ‘êrîşê polîsan dikin, her derê didin ber agir’. Rojnameya Sabahê di nûçeya sernavê ‘li Wan û Hakariyê provakasyon’ gotinên ‘Biryara Abdullah Zeyhan kirin hincet û komek provakator derketin kolanan û zirar dan’ bikaranîn.
 
 
*Rojnameya Starê jî di nûçeya ser navê ‘Li 6 bajarna provakasyona Wanê’ de îfadeyên ‘’komek provakator êrîşê polîsan kir’ bikaranî û gel hedef girt.
 
 
 * SonDakika.com di nûçeya bi ser navê ‘Li Wanê xwepêşendanên bê destur didomin’  de îfadeyên ‘dîsa bûyer derketin’ hatin bikaranîn.
 
 
 
*Yenî Şafakê jî tûndiya li Colemêrgê rewa nîşan da û welatiyên ku nedayîna mazbataya Abdullah Zeyran protesto dikirin hedef nîşan dan.
 
 
Tevî kesên ku bûyer nedîtin…
 
Bêguman mîsyona ku çapemeniya alîgir dilîst ne Wan tenê gû. Çawa ku li dijî xîleyên hilbijartinê deng dernexistin; roja hilbijartinê tiştên li ser sindoqan hatin jiyîn, veguhestina leşkeran, heta qetilkirian Emîn Çelîk yê li Sûrê nedîtin. Lê ji bilî çapemeniya alîgir û kesên dijminahiya Kurdan dikin wêdetir kesî  gel bi provkasyonê sûcdar nekir.