 
				MKG û DFG dê ji bo rojnamegerên hatine girtin daxuyaniyê bidin
- 13:01 24 Kanûn 2024
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG dê sibê ji bo rojnamegerên girtî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin. 
	Polîsan êrîşî daxuyaniya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) ku  li Qada Şîşli ya Stenbolê ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin kirin.  
	Di êrîşê de li gel ku  rojnameger hatin binçavkirin, 7 rojnamegerên jî di 22’ê Kanûnê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.  
	MKG û DFG dê sibe saet di 13.00’an de têkildarî rojnamegerên girtî li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin.

 
				 
				 
				 
				 
				





