Li Şemzînanê çawişekî pispor ji heman malbatê 4 kes qetil kir
- 11:33 14 Haziran 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, çawişekî pispor êriş bir ser jin a ku jê cihê dibû û malbata wê kir. Di encamê de 4 kes ji heman malbatê qetil kir, kesek jî bi giranî birîndar kir.
Li gorî agahiyan, çawişekî pispor ku hîn navê wî nehatiye eşkerekirin, bi çekê êriş bir ser jin a ku dixwest jê cihê bibe û malbata wê. Di êrişê de ji heman malbatê 4 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû.
Piştî ku dengê çekê hate bihîstin, tîmên tenduristiyê û polîs ji bo herêmê hatin veguhestin. Li dû lêkolîna destpêkê ya li cihê bûyerê, kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Rayedaran diyar kirin ku têkildarî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin.







