Gelek welatî tevli şîna cangoriyên azadiyê ya Sancaktepe û Başakşehîrê bûn

  • 13:40 25 Ağustos 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê ji bo şehîdên Kurdistanê li navçeyên Sancaktepe û Başakşehîrê şîn hate danîn. Gelek welatî tevli şîna cangoriyên azadiyê ya Sancaktepe û Başakşehîrê bûn. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Sancaktepe Başakşehîrê şîn hate danîn. Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li şînê bûn. Di şînan de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û gul hatin danîn. Her wiha pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.
 
Bernameya li navçeya Sancaktepeyê ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
'Em bi saya têkoşîna şehîdan gihîştine vê nuqteyê'
 
Hevseroka şaxa Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arife Çinar di merasîma sersaxiyê de axivî û diyar kir ku hevgirtina gelê Kurd bi nasname, nirx û rastiya xwe re encama têkoşîna demdirêj a li Kurdistanê ye û got, "Ez hemû hevalên xwe yên ku li Kurdistanê şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehîdên ku di vê rêyê de têkoşîn kirin gelê Kurd bi nasname û rastiya xwe anîn cem hev. Em bi saya wan gihîştine vê nuqteyê. Ger qanûna çarçoveyî di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de îro ketiye meriyetê, ev bi saya têkoşîn û berxwedana van hevalan e. Ji niha û pê ve berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê me. Divê em têkoşîna xwe bidomînin da ku gelê Kurd li van axan azadiya xwe bi dest bixe. Sersaxî ji tevahiya gelê Kurd re, bi taybetî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazim."
 
‘Şehîdên me ji bo jiyanek azad canê xwe dan’
 
Piştî rêzgirtinê Mûsa Şanak ê ku piştî 30 û 7 mehan ji hepsê derketibû axivî. Mûsa Şanak destnîşan kir ku ew di şexsê şehîdan de kesê ku ji bo azadiyê Kurdistanê ked dane bi bîr tînin û got: “Bila serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Dayikên Kurdan gelek êş kişandin, dema ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û hatin girtin êşên zêdetir bûn. Şehîdên me ji bo çi ewqas ked dan? Şehîdên me ji bo jiyanek azad canê xwe dan. Çawa jiyana xwe ji dest dan? Hayrî Durmuş got bila li ser gora min ‘ez deyndarê gelê Kurd im’, Zîlan got, ‘Xwezî ji canê min zêdetir tişt hebûya ku min dabûya’. Bi salan Serok ji bo aştiyê gelek hewldan kir lê bersiv nehat danîn. Îro heke em behsa aştiyê dikaribin bikin û pêvajoyek hatibe destpêkirin, bi saya şehîdan e. Îro derî vebû, ji îro şûn ve em ê gav bi gav bi pêş ve herin.”
 
Piştî Mûsa Şanak, malbatên şehîdan axivîn û diyar kirin ku ji bo wan şehîd nemir in û divê her kes layiqî şehîdê xwe bimîne.
 
Piştî axaftinan li sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan hatibû amadekirin, hate temaşekirin û bi xwendina mewlûdê şîn berdewam kir.