TUHAY-DER: Divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe

  • 13:46 22 Kasım 2026
  • Güncel
ANTALYA  - TUHAY-DER ku li Antalyayê bi malbatên girtiyan re li hev civiya, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê bang kir ku polîtîkayên girtîgehê bêne guhertin û pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin.
 
Şaxê Antalyayê yê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) bi dirûşma "Aştî û Cİvaka Demokratîk" bi xizmên cangoriyên têkoşîna azadiyê û malbatên girtiyan li Kepezê li hev civiya.
 
Endamê Çukurovayê yê MED TUHAD-FED'ê Ercan Alp li kombûnê axivî û anî ziman ku zextên li ser girtiyan dewam dike û bang li Wezareta Edaletê kir ku dest li kiryarên rêveberiyên girtîgehê werde.
 
Alp bi bîr xist ku li Enqereyê ji bo bibîrxistina rewşa girtiyên nexweş çalakiya rûniştinê tê lidarxistin û got, "Eger em qala aştiyê dikin, divê ji vir destpê bike."
 
Her wiha işaret bi girîngiya xurtkirina piştevaniya bi malbatên girtiyan re kir û ji bo xwedîderketina li têkoşîna girtiyan bang kir.
 
Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan jî anî ziman ku divê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û pêvajo li ser zemîneke hiqûqî bê bicihkirin.
 
Yildirim bal kişand ser girîngiya avakirina sîstemeke demokratîk û gelparêz, her wiha misogerkirina hemû beşên civakê û got, di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.