Li Konyayê qeydên dersên kurdî dest pê kirin

  • 14:49 3 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
ENQERE - KON-DER a ku li navçeya Kulu ya Enqereyê hatiye avakirin, dest bi qeydên dersên zimanê kurdî yên asta yekemîn û duyemîn kir. Qeyd dê heta 15’ê Cotmehê bidomin. 
 
Komeleya ziman Çand û Hunerê ya Konê (KON-DER) ku li navçeya Kuluyê ya Konyayê hate avakirin, dest bi qeydên dersên Kurdî kir. Ders, dê bi zaraveyê Kurmancî û di astên 1’emîn û 2’yemîn de bên dayin. Serlêdan dê heta 15’ê Cotmehê bidomin.