Ji girtiyên jin pêşangeha wêneyan
- 09:02 21 Mijdar 2025
- Çand û Huner
Elfazî Toral
STENBOL - Girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiyeyê, tevî hemû zext û tecrîdê dest ji hilberandina çand û hûnerê bernadin.Wêneyên ku jinan li girtîgehên xêz kirine wê navbera 22-23’yê mehê de bê nîşandan.
Girtiyên jin yên li girtîghên Tirkiyeyê di her alî de hilberîna çand û hunerê dikin jiyanê. Wêneyên ku girtiyên jin xêz kirine wê bi pêşangehekê bê nîşandan. Girtî tevî hemû zor û zehmetiyan van berhemên xwe amade dikin û wek nîşaneya berxwedanê balê dikşîne. Armanca organîzasyonê ev e ku hêza hunerê ya bi piştevanî û berxwedanê hatiye gel hev ji civakê re bê ragîhandinê ye.
Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) bi dirûşmeya ‘hunera berxwedana me’ bi navê ‘Pêşangeya Rihên Jinan ya di Girtîgehan de Sînor Namîne’ pêk tîne. Pêşangeh navbera 22-23’ê Mijdarê de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) tê vekirin.
Ji MATUHAYDER’ê Nurten Karagoz der barê mijarê de axivî.
‘Tevî sînorkirina dest ji hilberînê bernadin’
Nurten Karagoz da zanîn ku li girtîgehan tecrîdek giran mijara gotinê ye û got girtî bi gelek binpêkirinan re tên rû hev. Nurten Karagoz wiha anî ziman: “Li girtîgehan hilberîn bi sînore. Lê tevî vê girtî dest ji hilberîn û berxwedanê bernadin. Ji xwe re riyekê dibînin. Derfetan diafirînin. Digihînin derve. Em ê ji wêneyên ji girtîgehê hatine pêşangehekê vebikin.”
Hêza berxewdanê
Nurten Karagoz destnîşan ki rku bi vê pêşangehê dixwazin hêza afirandinê nîşan bidin û di wan şertan de dikare çi bê kirin nîşan bidin û wiha bi lêv kir: “Bi armanca piştevaniya jinên girtîgehê re em vê xebatê girîng dibînin. Me wek MATUHAYDER nikaribû vê ji nedîve bên. Divê rayagiştî van bizanibe. Girtî tevî hemû bê derfetiyan hêza berxwedanê nîşan didin. Hûner alaveke berxwedanê ye. Divê her kesên xwedî hestiyar bên vê pêşangehê ziyarete bikin û bi girtiyên jin re piştevaniyê nîşan bidin.”
‘Ev wêne rihên girtîgehê ne’
Nurtek Karagoz wiha dawî lê anî: “Wêneyên ji girtîgehê hatine rihê girtîgehê ne. Divê her li dijî vê hestiyar be. Divê her girtî demildest tahliye bibin û bigihêjin azadiya xwe. Divê li derve hilberînê bikin. Em dixwazin pêşangehên din bi wan re bikin.Hêviya me ev eku girtî hemû derkeve û ligel me bin, muzîk, wêje, sînema û hunerê li derve bikin.”
Pêşangeh du rojan wê li NÇM’ê vekirîbe.







