Li Amedê ji boneya 4'ê Nîsanê bafirok hatin firandin

  • 18:36 1 Nîsan 2026
  • Rojane
 
Amed – Bi pêşengiya Platfoma Saziyên Demokratîk li Kirklardagê ya Sûrê bi boneya 77'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bafirok hatin firandin.
 
Bernameyên bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li darxistin berdewam dikin. Bi pêşengiya Platfoma Saziyên Demokratîk li Kirklardagê ya Sûra Amedê bi boneya 77emîn rojbuna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bafirok hatin firandin. Hevserok û rêveberên Partiya DEM Partiyê û DBP yên Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî tev li bernamê bûn. Welatî bafirokên ku wêneyên tavê li ser rakirin û bi pivdankên kesk, sor û zer berdan asîman.
 
Kesên tev li bernameyê bûne Rojbûna Rêberê Kurd Abullah Ocalan pîroz kirin, li ber denge def û zirneyê govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” li Kirklardagê berz kirin.