Li Şemraxê pêşandana Şanoya bêdeng û muzîkê
- 11:17 22 Mijdar 2025
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, pêşandaneke şanoyê ya bêdeng û muzîkê ya bi navê "Sî" ku ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin, li Şemrexê pêk hat.
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li ser Jinan a Naventeweyî de, pêşandaneke şanoyê ya bêdeng û muzîkê ya bi navê "Sî" ku ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin, li Navenda Mala Gel a li taxa Kayalar , di bin serokatiya Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê de hat lidarxistin. Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demir û her weha Hevserokên Navçeya Şemrexê ya DEM Partiyê, rêveberên navçeyê, endamên Meclîsa Şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, Hevşaredar Kudret Uçuk axaftinek kurt kir û girîngiya 25’ê Mijdarê di têkoşîna jinan de destnîşan kir û diyar kir ku ew li dijî her cûre tundya li ser jinan e.
Di dawiya êvarê de, Kudret Uçuk diyariyên ku ji hêla şaredariyê ve hatin amadekirin pêşkêşî hunermendên ku beşdarî bernameyê bûn kir.







