Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih xelata Knight a 2026’an girt
- 15:11 26 Cotmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih ji ber wêrekiya xwe ya di belgekirina binpêkirinên mirovî yên li Darfûr û Xartûmê de xelata navneteweyî ya Knight a rojnamevaniyê ya 2026’an girt.
Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih xelata navneteweyî ya Knight a rojnamevaniyê ya sala 2026’an ku ji aliyê Navenda Navneteweyî ya Rojnamevanan (ICFJ) ve tê dayîn, girt. Ev xelat ji bo wêrekiya wê ya di nûçegihaniya meydanî û belgekirina binpêkirinên mirovî li Xartûm û Darfûrê hate dayîn. Raporên wê di çapemeniyên navneteweyî ku di nav de The Guardian jî heye de, hatine weşandin.
Tê payîn ku di 10’ê Mijdarê de, li Washingtonê di merasîmeke fermî de rêz jê bê girtin.
Wergirtina xelatê di demekê de ye ku rojnamevanên jin ên Sûdanê bi astengiyên ewlehî û zagonî re rûbirû ne. Rojnamevana Sûdanî Sûsen Mihemed Osman gelek caran ji aliyê desthilatdarên ewlehiyê ve hatiye gazîkirin, dema ku rojnamevan Reşa Hesen jî ji ber giliyekê yê girêdayî weşanê hatiye girtin.
Her wiha guherînên nû di zagona cezayê de, ku dikarin weşanên medyayê û elektronîkî jî bixin bin cezayê darvekirinê, di nav civaka medyayê de bûne sedema bertekên berfireh.







