‘Divê li dijî hilweşîna ekolojîk gelê me li qadan bin’
- 09:04 7 Mijdar 2026
- Ekolojî
RIHA - Hevberdevka Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel der barê projeya GES’ê ya li Xelfetiyê ji nû ve hatiye rojevê de axivî û got: “Ev proje polîtîkayên ji bo surgunkirina gel in. Li dijî vê em dixwazin gelê me li qadên berxwedanê bin.”
Li Kurdistanê, mêrg, erdên çandiniyê û qadên jiyana xwezayî di serî de bi projeyên Santrala Enerjiya Rojê (GES) û yên din tên tehdîdkirin. Projeyên ku li qadên çavkaniya debara gundiyan tên çêkirin, ligel hilweşîna ekolojîk welatiyan ji axa wan koçber dikin û ev jî wek aliyekî din yên polîtîkaya şer derikeve pêş me. Li dijî van projeyên ku qadên jiyana gel tehdî dikin berxwedan didome.
Yek ji van qadên berxwedanê mergên gundên Nîxrut, Arpetîn û Macunî ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ne. Gundî û parêzvanên ekolojiyê ji bo parastina qadên jiyanê û çavkaniyên debarê bertek nîşan didin.
Hevberdevka Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel ji ajansa me re axivî.
‘Bi armanca karê tê talankirin’
Ferda Oncel da zanîn ku hewldanên ewil yên projeya GES’ê yên li Xelfetiyê di dema qeyûmê berê de pêk hatiye û got: “Gundî van astengiyên li pêş faliyetên sewalkariyê qebûl nakin.
Dihat gotin ku ev proje li qadên vala ku faliyeta sewalkariyê lê tune y tê kirin. Lê gundî debara xwe bi sewalkariya li vir dikin. Piranî sewal ji xwe ne aydê wanin. Bi usula hevkariyê têkirin û debara xwe wisa dikin. Gaveke din gundiyekî got 9 zarokên wî ne û yekane çavkaniya wî debarê sewalkarî ye. Sermaye bi armanca karê vir talan dike. Gundî vê astengiyê qebûl nakin.”
‘Ev polîtîkayeke sirgunkirinê ye’
Ferda Oncel di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku projeyên GES’ê parçeyeke polîtîka şer a dewletê ye û wiha bi lêv kir: “Projeyên GES’ê parçeyek polîtîka şer in. Kurdistan xwedî axeke dewlemend e.Divê em xwedî li van dewlemendiyan derkevin. Bi vê polîtîkayê dixwazin gel surgun bikin, koçber bikin. Lê bexwedana gundiyan û berxwedana me li dijî van polîtîkayan didome. Em li dijî projeya GES’ê ya tê çêkirinê ne. Em carek din dibêjin. Divê ev proje li qadên jiyana hevpar a gundiyan neyê çêkirin. Helwesta me diyare. Em li dijî talanê ne. Divê gelê me di têkşîna berxwedanê de cih bigire. Em dixwazin gelê xwe li qadên têkoşînê bibînin.”







