Heybeta berxwedanê bi xwezaya Kurdistanê re watedar bû

  • 09:05 7 Tîrmeh 2024
  • Galeriya Jinê
 
Dîlan Babat
 
WAN - Hewa, av, kevir û çiyayên Kurdistanê ku her kesî heyran dihêle. Dema mirov xwedî li berxwedan û bawerî bin, rêya mirov di tê de dimeşin jî xweş e…
 
Xweza, hewa, dar, kulîlkên Kurdistanê her carê mirovan heyranê xwe dihêle. Şînbûna asîmanan, keskahiya xwezayê, dîmeneke bi heybet derdixe holê û mirovan heyranê xwe dihêle. Tevî hemû êriş, talanên destilatdariyê xweza xwe ji nûve nû dike û hemû xweşikahiyên xwe wek nîmek pêşkêş dike.
 
Em jî nisîbê xwe ji xweşikahiya Kurdistanê digirin. Bêguman em ne biyariyên xweza Kurdistanê ne. Lê îrade û baewriya riya mirov têde dimeşin, dema bi xweza Kurdistanê re tê gel hev, mirov wekê ku cara yekemîn av, xweza, çiya, kulîlkên Kurdistanê dibînin e.
 
Beriya wê divê tiştek bê ziman, çima careke din riya me bi Kurdistanê ket…
 
Di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Ev desthilatdariya ku hemû dijhiqûqî û neheqeiyan li Kurdan rewa dibîne, cara sêyemînîradeya Colemêrgê nas nekir. Gelê Kurd ku bi salane berxwedan veguhertine felsefeya jiyanê wê li cihê xwe bisekinin? Na nasekinin, ger şaredariya we jî ji destê we bê girtin hûnê jî nesekinin û wê bêjin ‘ka hele bisekinin’. Di vê nokteyê de Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî qeyûm û desthilatdariyê ketin riya ‘bisekinin.’ 
 
Kêlî bi kêlî xweşikahiyên xwezayê tên qeydkirin
 
Bi sedan kesên ji Tirkiye û Kurdistanê ketin rê, ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin ketin rê. Meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ bi coşeke mezin didome. Meşvanên bi kîlometre rê meşiyan, tevî hewaya germ, tevî lingên wan avê digirin û diwestin bi israr meşa xwe didomînin. Di her rê de  bi xweşikahiya xweza Kurdistanê re tên rû hev. Meşvan her çiqas xwe  bidin ser meşa xwe jî di rê de li hember xweşikahiya xwezayê telefonên xwe derdixin û dîmenan dikşînin.
 
Wek min li jor jî behs kir dema mirov xwedî li berxwedan û bawerî bin, riya mirov di tê de dimeşin jî xweş e…