Rapora Akademiya Jineoljiyê(5)
- 09:06 14 Sibat 2026
- Dosya
Girtîgeha Eqtan: Çeteyên DAIŞ'ê hatin berdan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê, di êrîşên HTŞ’ê de gelek çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Eqtan a li Reqayê hatine berdan. Di raporê de hat diyarkirin ku ev tahliye rîskek ewlehiyê ya cidî diafirîne.
Di rapora ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Rojava de hatiye weşandin de hat diyarkirin ku di êrîşên HTŞ’ê yên di Çileya 2026’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin de, ji girtîgeha Eqtanê ya li Reqeyaê gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin berdan. Li gorî raporê hîna hejmara kesên hatine berdan ne diyare û hat destnîşankirin ku ev tahliye bi zanebûn û organîkirî pêk hatine.
Li gorî raporê ev tahliye, ji bi êrîşên HTŞ’ê re hevdem pêk hatine û di bin agahî û kontrola rêveberiya Şamê de pêk hatine. Akdemiyê ev rewş ne wek ‘zafiyeta ewlehiyê’ wek tercîheke ku berpirsyariya siyasî û leşkerî diafirîne, nirxand.
Çeteyên tahliye bûn vîdeoyên tehdîdan weşandin
Li gorî agahiyên di raporê de cih digirin çeteyên DAIŞ’ê yên hatine berdan piştre bi vîdeoyên kişandin gelê herêmê tehdîd kirin, banga tolgirtin, ji nûve xwe rêxistinkirinê kirin. Hat diyarkirin ku bi van vîdeoyan bi taybet jiyana gelê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin.
Akdemiyê daxuyakirin ku ev geşedan ne tenê ji bo herêmê, di alî ewlehiya Rojhilata Navîn û navneteweyî de jî rîskan dihewîne.
Têkiliya bi pêvajoya Hesekê–Şedadê
Di raporê de hat daxuyakirin ku tahliyekirinên ji girtîgeha Eqtanê cara yekemîn nayên jiyîn berê jî di xeta Hesekê-Şedadê de DAIŞ’î hatibûn berdan û ev pêvajo polîtîkayeke ku her tim tê meşandinê ye.
Akademiyê da zanîn ku ev tahliye, ji rêxistibûna DAIŞ’ê û xurtbûna DAIŞ’ê re zemînê ava dike.
‘Ev sûcê şer e’
Di raporê de hat diyarkirin ku kesên ji sûcên li dijî mirovahiyê, ji sûcên şer divê bihatana darizandin tên berdan û diyar kir ku ev di alî hiqûqa navneteweyî de binpêkirina mafe, sûcê şer e.







