MYK’a DEM Partiyê civiya

  • 11:40 23 Îlon 2025
  • Ramyarî
 
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de li navenda giştî civiya. Lijne, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari civiya. Di civînê de dê asta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê, aliyên pêvajoyê yên pêş nakevin û geşedanên di rojevê de bên nirxandin. 
 
Di civînê de her wiha dê xebatên di çarçoveya kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” de hatine kirin û xebatÊn heta dawiya meha Îlonê hatine plankirin, bên nîqaşkirin. Asta pêvajo gihiştiyê û kêmasiyên tên jiyîn dê dîsa bên nirxandin û qadên ku DEM Partî dikare rê li ber veke dê bên nîqaşkirin. 
  
Yek ji mijarên herî girîng a civînê jî dê nirxandina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Şandeya Îmraliyê yên têkildarî dîroka serdanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de be. 
  
Sererastkirinên yasayî yek ji rojevên sereke ya civîna MYK’ê ye. Bi taybet jî dê girîngiya sererastkirinên yasayî û guhdarîkirina komîsyonê ya li muxatabên esasî bê destnîşankirin û MYK çendek pêşniyaran bike. 
 
Gavên divê li dijî polîtîkayên qirkirina ekolojiyê bên avêtin û xebatên têkildarî Meclisê ku dê di 1’ê Cotmehê de vebe jî ji mijarên sereke yên civîna MYK’ê ne.