
'Biryara veşartinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîş zirarê dide dosyayê'
- 09:05 27 Îlon 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş de salek derbas bû lê hîna biryara veşariyê ya li ser dosyayê didome. Yek ji parêzerên dosyayê Zeynep Demîr axivî û got: “Di rapora ATK’ê de DNA’yên aydê du mêrên cuda hatine tespîtkirin lê nehat diyar kirin ku aydê kê ne û ji kîjan beşa beden hatine girtin. Dosya Rojîn Kabaîş girîng e û gelek kes dişopîne. Ji ber vê veşartina li ser dosyayê ne fêdeyê zirarê dide dosyayê.”
Rojîn Kabaîş a 21 salî, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê, piştî ku di êvara 27'ê Îlona 2024'an de ji wargehê derket, winda bû. Axaftina wê ya dawî ya bi diya wê re saet di 6:30'ê êvarê de bû; çend demjimêr şûnde, dîmenê wê yê dawî li nêzî peravê tê dîtin. Lêbelê, malbata wê 15 demjimêr şûnde ji windabûna keça xwe agahdar dibin. Piştî çend rojan lêgerînê, cenazeyê wê di 15'ê Cotmehê de li peravê gola Wanê li taxa Mollakasim hat dîtin.
Rapora ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ve hatî amadekirin, sedema mirinê wekî "xeniqîn" destnîşan kir. Di raporê de tu delîlên êrîş an destdirêjiya zayendî nehatin vegotin û her weha agahî di derbarê dema mirinê an dema binavbûna avê de nehatine eşkerekirin. Salek di ser mirina Rojînê re derbas bû û malbat hem li ser gora wê û hem jî li ber çavên herkesî heman pirsê dipirse: "Çi bi Rojînê hat?"
Yek ji parêzera dosyayê parêzer Zeynep Demîr ku li ser navê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Star dosyayê dişopîne der barê mijarê de axivî.
‘DNA hatin tespîtkirin lê nehat tespîtkirin ji kîjan beşa beden hatine girtin’
Zeynep Demîr da zanîn ku di ser bûyerê re salek derbas bûye û hîna dosya ronî nebûye. Zeynep Demîr balkişand ser rapora ATK’ê û wiha got: “Di rapora ewil a ATK’ê de gotin sedema mirinê di avê de xeniqiye. Lê nehat gotin ka ev xeniqîn ji aliyê hinekan ve hatiye kirin. Hîna nezelaliyek heye. Piştre di rapora ATK’ê ya hatiye girtin du DNA’yên cuda yên aydê mêran hatin dîtin. Lê nehat zelalkirin ev DNA ji kîjan beşa beden hatine girtin. Ji ber vê divê guman neyên beralîkirin. Pêvajo bi îhmalan hat meşandin. Li gorî agahiyan hîna der barê van DNA’yan de pêşketinek tuneye.”
Xwîna li ser atletê wê aydê kê ye?
Zeynep Demîr diyar kir ku heman demê de lekeyek xwînê li ser atletê Rojîn Kabaîş hatiye dîtin û wiha dirêjî dayê: “Lekeya xwînê ji ber di asta têr de nîne nehatiye diyarkirin ku aydê Rojînê an jî kesek din e. Tenê hat testpîtkirin ku DNA aydê jinekê ye. Lê nehat tespîtkirin ku aydê kê ye. Di vî alî de jî îhmalên cidî hene.”
‘Biryara veşartinê der barê malbat û parêzeran de ye’
Zeynep Demîr diyar kir ku dema Rojîn Kabaîş winda bûye di roja sêyemîn de daxuyanî li kampusê dane û gotine lêgerîn qels in, lêgerîna şevê nayê kirin û qad tê girtin. Zeynep Demîr wiha anî ziman: “Me di daxuyaniyê de got dibe ku bikevin qadê û delîlan reş bikin. Lê ev gotin nehatin nirxandin û di pêvajoya ewil de îhmalek cidî hebû. Piştre bi dozgerê duyemîn em hinek din bûn xwedî agahî û hinek be jî em baldar girtin. Lê tevî hewldanên me daxwaz nehatin cih. Li ser dosyayê biryara veşartinê heye. Ev veşartin û biryar jî li hember me parêzer û malbatê ye.”
‘Zirarê dide dosyayê’
Zeynep Demîr daxuyakirin ku ji ber biryara veşariyê gelek binpêkirin piştre fêr bûne û got: “Ji ber veşartiyê me nikaribû xwe bigihînin dosyayê. Niha hinceteke hiqûqî ya veşariyê tuneye. Ji ber delîlên bên reşkirin û veşartin ne mijara gotinê ye. Dosya Rojînê rayagiştî xwedî lê derketiye û dişopînin. Ev veşarî jî ne fêdeyê ziarê dide dosyayê. Ji ber em dosyayê nabînin, îhmal heye an tune jî em nizanin. Em nikarin xwe bigihînin dosyayê. Dema dosya vebibe dikare serlêdana sûc bê kirin.”
‘DNA ji ji ku derê hatiye girtin nehat vegotin’
Zeynep Demîr balkişand ser du DNA’yê cuda yên li ser bedena Rojîn Kabaîş hatine dîtinê û got: “Di rapora ATK’ê de DNA’yên aydê du mêrên cuda hatine tespîtkirin lê nehat diyarkirin ku aydê kê ne û ji kîjan beşa beden hatine girtin. Dosya Rojîn Kabaîş girîng e û gelek kes dişopîne. Ji ber vê veşartina li ser dosyayê ne fêdeyê zirarê dide dosyayê. Der barê mirinên bi guman ên jinan de lêpirsînên bi bandor nayên meşandin. Şert e ku mirinên jinan bên ronîkirin û divê rayagiştî van dosyayan bişopînin, hesab bipirsin.”