ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 29 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Ji bo pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ kampanyaya ‘ji ber ku ez aştiyê dixwazim’ hatibû destpê dikin. Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma der barê kampanyayê de axivî û got: “Bila her kes bêje ‘ez aştiyê dixwazim, jiyanek bi rûmet dixwazim.’ Û biçe standê û îmzeya xwe bavêje." DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Leyla Kaplan Kertîş biryara ‘mafê hêviyê’ ya KWKE’yê nirxand û got: “Bi awayekî zelal li holê ye ku Tirkiyeyê der barê mafê hêviyê de sererastkirinek nekiriye. Mekanîzma Lijneya Îdarî û Şopandinê, ne sererastkirina der barê mafê hêviyê de ye, berovajî vê mekanîzmayeke li dijî mafê hêviyê ye.” DÎMEN HEYE