
Riyên ku gihiştê, encama ku hat bidesxistin: Nagîhan Akarsel
- 09:07 3 Cotmeh 2025
- Portre
Nazlican Nûjîn Yildiz
NAVENDA NÛÇEYAN - Nagîhan Akarsel. Yek ji mirovên herî xweş a serdemê ku jiyana xwe da ser têkoşînê û berxwedanê. Li heqîqetê geriya, lêgerîna heqîqetê vegot.
“Riyên ez gihiştimê encama riyê tê de hatim e
Xeyalên min mizginiya riyên diçimê
Di nêrînên wê de berxwedan, hêvî û bêrîkirinê dijîm
Ez niha hemûyan nenivîsim jî dîrok dinivîse, ez dizanim
Ji ber dîrok bi rondikên dilên min tê nivîsîn
Dixwazim binivîsim.”
Nagîhan Akarsel rojek beriya bê qetilkirin ev nivîsî. Jiyan wê bi hilberîn, berxwedanê derbas bû. Berxwedana jinan nivîsî. Bi jinan re berxwe da. Bandorek mezin li ser derdora xwe kir. Naskirina Nagîhanê bi xwendina nivîsên wê yek bû. Xeyalên Nagîhanê bûn xeyalên jinan. Tarîtiya ku ew hedef girtibe jî pêşî li xeyalên wê negirt. Jin Nagîhan Akarsel di xeyalên pêk tînin de dijîn.
Temenê biçûk de hişmendiya jinê
Nagîhana ku gotina Sakîne Cansiz a "Her pevçûn bû jiyana min" ji xwe re wekî felsefeyekê hilbijartibû di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik dibe. Li gund ji ber mêr diçûn derveyî welat dixebitîn bêtir zarok û jin hebûn û Nagîhanê bi hişmendiya parastina mafê jinan mezin bû. Birayê wê ji ber dest bi dibistanê dike ew jî dixwaze biçe û zû dest pê dike. Dibistana seretayî diqedîne û diçe Konyayê ji bo ku amadekariya zanîngehê bike.
Nagîhanê di 1993'yan de dikeve azmûnê û puanekî baş digire. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe lêgerîna wê ya heqîqetê didome. Di 1994'an de bavê wê yê diçe Ewropayê jiyana xwe ji dest dide. Nagîhanê piştre diçe Enqereyê û li wir bi 6 hevalên xwe lêgerîna heqîqetê didomîne.
Derbarê vê yekê de malbata xwe agahdar nake tenê ji xwişka xwe re dibêje "ger tiştek bi min bê berpirsiyariya malê aîdî te ye. Ez bandorê li ser her kesî dikim lê belê nikarim li te bikim." Malbata wê demek dirêj jê xeberê nagirin lê baweriya malbatê bi sekna wê ya xurt tê.

Gava ewil a rojnamegeriyê
Dema tê Tirkiyeyê di 2001'ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojî ya binçavkirinê Nagîhanê dibin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Nagîhanê di vê serdemê de Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Selim Sadak nas dike. Piştî rûniştina duyem Nagîhanê dişînin Girtîgeha Amasyayê û 5 sal şûnde tehliye dibe. Nagîhanê aliyê xwe yê xwendinê li derve jî didomîne. Biryarê dide ku zanîngeha di nêvî de maye temam bike. Li Zanîngeha Hacetepeyê xebatên akademîk dike. Di 2008'an de jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê dike.
Rêwitiya lêgerîna heqîqetê
Nagîhanê li Enqereyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li ku pêdivî bi çi karî hebûya ew dikir. Dilnizm bû û nedixwest di dilê kesekî de bihêle. Nagîhana ku dev ji lêgerîna heqîqetê berneda digot "Ez ê di temenekî ciwan de bimirim, çimkî ew ê vê fikirandina kûr bikuje."
‘Wê çîroka hemû jinan bê nivîsin’
Nagîhanê di 2013'yan de li ser karê jinan kûr bû û dev ji DÎHA'yê berda. Di salên 2014-2015'an de berê xwe bi Rojava vedike. Ew berê xwe dide çîrokên jinan. Her wiha li beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava wekî akademisyen peywirê digire. Ji bo çîrokên jinên Êzidî yên bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, li cîhanê belav bike vê carê berê xwe da Şengalê. Nagîhan Akarsel wiha dibêje: “Yek jineke ku çîroka wê neyê nivîsin wê nemîne.”
Tarîtiya ku Nagîhan Akarsel hedef girt
Nagîhanê piştre ji Şengalê derket çû bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ji rojnameya Ozgur Gundemê nivîs nivîsand. Wê tenê ji rojnameyê re nedinivîsand her wiha li Silêmaniyê di nava xebatên Jineolojiyê de jî cih digirt. Xeyalekî Nagîhanê yê herî mezin ew bû ku gundê jinê ava bike û pirtûkxaneya jinê ya mezin ava bike. Piştî qetilkirina wê jinan xeyalên wê pêk anîn. Li silêmaniyê pirtûkxane hat vekirin. Jinan ji bo hesabpirsînê têkoşîn li qadan meşandin. Li wan qadan soz dan Nagîhan Akarsel. Ev jî soza pêkanîna xeyalên wê bû….