Ji Amarayê bang kirin: Meşa me dê encamê diyar bike

  • 11:20 3 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
RIHA - Jinên bi pêşengiya TJA’yê bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” bi rê ketin, ber bi Amarayê ve meşiyan. Li Amarayê daxuyaniyek dan û gotin: "Meşa me dê encamê diyar bike."
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar dixe. Di çarçoveya meşê de ber bi Amarayê ve meşiyan.  Meşvanên Azadiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî, azad bike reberti", "Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re" gihaştin Amarayê. Li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. 
 
Beriya daxuyaniyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan axivî û got: "Bila rêya we ji vir heta Enqerê vekiri be. Çalakiya we girîng e. Her tişt bi hewildanê tê bidestxistin. Meşa ku ji bo Serok û girtiyan tê lidarxistin vekiribe. Serkeftin, serkeftin, serkeftin."
 
 
Dû re parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîtan Guneş Altin axivî û got: "Niha hevdîtinek bi Birêz Ocalan re heye. Em ji vir silavên xwe ji wî re dişînin. Wek meşvanên azadiyê, me du roj li pey xwe hiştin û di roja sêyemîn de li axa pîroz in. Gelek kes ji bo gihîştina vê derê şehîd bûn û em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi gihîştina vê derê, me armanc kir ku em behsa azadî û hêviyê bikin. Her wiha em dixwazin silavan ji enternasyonalîstên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin re bişînin. Wan silav ji me re şandin. Kes nikare azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînor bike. Bi mîlyonan mirov ji bo azadiya Birêz Ocalan dengê xwe bilind dikin.
 
Birêz Ocalan alîgirê aştiyê ye û kes nikare tiştekî din îdîa bike. Em dibêjin ku divê mafê hêviyê tavilê were bicîhanîn. Em li vir bi zelalî dibêjin: Em niha azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Em daxwaz dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav werin avêtin. Bifikirin ku rêberek bi şev û roj ji bo aştiyê, ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dixebite. Divê niha mafê hêviyê were bicîhanîn. Jin dê encama vê pêvajoyê diyar bikin. Meşa heft rojî ya jinan jî pêk tê. Meşa me dê encamê diyar bike; ew ê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bike."
 
Piştî daxuyaniyê meşvanên azadiyê ber bi Dîlokê ve bi rê ketin.