Îlham Ahmed ji meşê re peyam şand: Em bi we re ne

  • 14:00 3 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ahmed, peyamek ji meşa TJA re şand û got, "Em hemû dengê xwe li dengê we zêde dikin; em di her gavekê de li kêleka we dimeşin û bi we re ne."
 
Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşek mezin berdewam dike. Gelek siyasetmedaran bi peyamên ku ji  TJA'yê re şandin  piştgirî dan meşê.
 
Yek ji kesên ku peyamek vîdyoyî şand jî Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ahmed bû.
 
Peyama Îlham Ahmed wiha ye:
 
Silav ji hemû jinên bedew û hêja yên li Kurdistan û Tirkiyeyê re. Karê ku hûn dikin, meşa ku hûn dikin, karekî pir hêja ye; ji bo pêşeroja jinan pir girîng e. Em bi dil û can piştgiriyê didin we. Rola jinan, serokatiya wan û her gavek ku ew diavêjin, rêxistinek ji bo aştiyê li seranserê Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bê guman ji bo demokrasiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev gav gavên ku ji bo çareseriya bingehîn û dawî ya pirsgirêkên siyasî yên Tirkiyeyê têne avêtin in. Ji ber vê yekê, em dibêjin: Em hemû dengê xwe li dengê we zêde dikin, em di her gavê de li kêleka we dimeşin û bi we re ne. Bi van hestan, em ji we re serkeftinê dixwazin. Jin jiyana azad! Azadî ji bo girtiyên siyasî! Aştî ji bo Tirkiyeyê û demokrasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd! Bi hezkirin û rêzgirtinê, ez ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim."