
Bi girseyî serdana şîna Zeyna Kaya hate kirin
- 13:30 6 Cotmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Li gundê Kaçanê ji bo endama YJA-Starê Zeyna Kaya şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin. Dayika wê Vahîde Kaya di şînê de got ku cangoriya Kurdistanê ye û sersaxiyê ji Abdullah Ocalan re xwest.
Hatibû ragihandin ku endama YJA-Starê Zeyna Kaya (Rojîn Rojhat) di 10'ê Nîsana 2018'an de li herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Malbatê piştî ragihandina nasnameya keça xwe li gund şîn danî. Di nav de Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêvenerên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, rêveberên MEBYA-DER'ê ya Şirnexê, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek welatî jî hebûn çûn serdana şîna Zeyna Kaya.
Dema girse gihîşt têketina gundê Kaçanê ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve, meşiya û di meşê de dirûşma, "Şehîd namirin" berz kir. Piştî girse gihîşt ber mala şînê ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtin pêk hat.
Hevseroka MEBYA- DER'a Şirnexê Emîne Erkûş sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku Elkê gelek bedel dane û anî ziman ku dê xwedî li wan bedelan derkevin. Emîne Akkûşê destnîşan kir ku heta dilopeke xwînê di canê wan de hebe dê li pey doza cangoriyên xwe bin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Bîlgî jî bi lêv kir ku ew carek din cangoriyên Kurdistanê bi bîr tînin û wiha got: “Çiyayên Elkê bi têkoşînê û cangoriyên Kurdistanê tên nas kirin. Em bi wan serbilind in û deyndarê wan in. Divê em li cangoriyên xwe xwedî derkevin. Ew ji bo me têkoşiyan. Rêya wan ronahiya Kurdistanê ye. Serokatî ji bo aştiyê bangawazî kir. Ji bo têkoşerên me çek danin berpirsyartî ya siyasetê ye.”
Dayika Kaya, Vahîde Kaya jî wiha got: “Keça min şehîda Kurdistanê ye, ez pê serbilind im. Bila serê Ocalan sax be, Bijî Serok Apo.”
Piştî axaftinan serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû.