DFG: Em ê xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz derkevin

  • 10:58 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - DFG'ê têkildarî salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz diyar kir ku Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir û got:"Bû dengê jinan. Jin ji bo xeyalên Gurbetellî Ersozê pêk bînin, bêtir rojnamegeriya jin pêş dixin. Xwedî îdia ne ku bibin dengê hemû jinên cîhanê. Em li ber bîranîn û têkoşîna Gurbetelli bi rêzdarî û hurmet bejna xwe ditewînin."
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz daxuyaniya nivîskî parve kir. DFG'ê ragihand ku Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê û got:"Bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xist. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin bi gotin, erk, pênûs û ruhê xwe di qada medyayê de cihê xwe girtin."
 
DFG’ê di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "28 sal berê di 8'ê Cotmeha 1997'an de rojnameger Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. 28 sal in bi fikr û pênûsa ku li pey xwe hiştiye di nava me de ye. Em bi rêzdarî, hurmet û hezkirin pêşenga jin a çapemeniya azad Gurbetelli Ersoz bi bîr tînin.  Gurbetellî Ersoz, yekem jina ku li dijî feraseta mêrên serdest ên ku di navenda çapemeniyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşiya ye. Di heman demê de li dijî feraseta mêrên serdest ku di sektora medyayê de xwe bi cih kirine şer kiriye ye.   
 
Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê. Bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xist. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin bi gotin, erk, pênûs û ruhê xwe di qada medyayê de cihê xwe girtin. Jinan bi vê têkoşîna xwe di qada medyayê de hişmendiyek ava kirin. Ev ferq û hişmendi bi pêşengiya Gurbetellî pêş ket.
 
Rojnamegerên Jin ê Kurd li Tirkiyeyê dîsa gavek dîrokî avêtin. Cara ewil, îsal ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz yekem xelatên Rojnamegeriya Jin didin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê cara ewil e ku şeveke xweser a ku aydî jinên rojnameger e li dar dixin. Di vê şevê de li ser navê Gurbetellî xelatên rojnagerên jin didin. 
 
Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir. Bû dengê jinan. Jin ji bo xeyalên Gurbetellî Ersozê pêk bînin, bêtir rojnamegeriya jin pêş dixin. Xwedî îdia ne ku bibin dengê hemû jinên cîhanê. Em li ber bîranîn û têkoşîna Gurbetelli bi rêzdarî û hurmet bejna xwe ditewînin. Dilê Gurbetelli Ersoz ku ji bo azadî û heqîqetê hilbû, dê têkoşîna me ya çapemeniya azad bêtir bineqişîne.”