Bese Ecer ya hat tahliyekirin rakirin nexweşxaneyê

  • 19:07 10 Cotmeh 2025
  • Rojane
MERSÎN - Girtiya nexweş Bese Ecer ku hat tahliyekirin ji girtîgehê bi ambulansê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.
 
Metirsiyên li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Besê Ecer a 78 salî ya li Girtîgeha Girtîya Jinan a Tarsûsê tê rehîngirtin, gelekî zêde bûne. Hate ragihandin ku di laşê Besê Ecer a ku nexweşa kêmxwînî, diyabet, tansiyon û kolestrolê ye de tumor, di mejîpişta wê de hestiyek şikestiye û di pişta wê de fetq heye. Her wiha li ser rehmê wê daneyên vîrutuk hatine tespîtkirin. Parêzerên wê ji bo tahliyekirina wê serî li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê dan û dadgehê înfaza wê rawestand û biryara tahliyeyê da.
 
Girtiya nexwşe Bese Ecer piştî tahliyekirinê bi ambulansê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.