
Der barê gumanbarê ku tundî li zarok kir îdianame hat amadekirin
- 20:12 10 Cotmeh 2025
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Der barê pîsporê çawîş Îbrahîm Sari ku li baxçeyê Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ya Colemêrgê tundî li zarok kiribû îdianame hat amadekirin.
Li Colemêrgê di 13’ê Tebaxê de çawîşê pispor Îbrahîm Sari li baxçeyê Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ya Colemêrgê tundî li zarok kiribû. Der barê gumanbar de ji sûcê ‘ji qestî birîndarkirin’ îdianame hat amadekirin û ji Dadgeha Ceza Asliye ya Colemêrgê re hat şandin.
Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hatiye amadekirin de îfadeyên zarok û malbatê, rapora nexweşxaneyê hat bicihkirin. Di raporê de ev îfade hatin bicihkirin: “Mil şikestî, di hestiyên beden de şikestin bandorek giran li ser fonksiyonên jiyanê dike, şikestin giranin, di asta ku organ qels an jî winda bibe de ye…”
Di îdianameyê de cezakirina gumanbar hat xwestin.