
Li Laziqiyê jinek hat revandin
- 17:57 12 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Laziqiyê dayika 4 zarokan ku ji bo biçe mala xwişka xwe derket, hate revandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) jina bi navê Semer Îsmaîl ya ku dayika 4 zarokan de duh bi şev piştî ji mala xwe derdikeve û diçe mala xwişka xwe li ser rê tê revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, Semer Îsmaîl (40) bêyî telefonê derketiye û piştî agahiya malbata wê çêbûye, hatiye hînbûn ku hatiye revandin.
Vê agahiyê li ser medyayên dîjîtal rê li ber metirsî û fikaran vekir. Heman demê de hefteya borî zarokê bi navê Mihemed Qeys Heyder jî ji aliyê komeke çekdarên nenas ve ji pêş dibistana wî ya li taxa Meşrûi El Aşir hatibû revandin.