
Ji bo zimanê kurdî li Wanê komxebat tê lidarxistin
- 14:20 13 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 15 û 16'ê Cotmehê de “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” li dar bixe û bi daxuyaniyê banga tevlîbûnê hat kirin.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku dê di 15 û 16'ê Cotmehê de li Eywana Dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dar bixe, li baxçeyê DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hat daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nûnerên saziyên demokratîk, rêveberên DEM Partî û DBPê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar daxuyanî xwend û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di rojeva gelê Kurd de ye. Heval Dilbihar da zanîn ku bingeha aştiyê bi naskirina hemû mafên hemû neteweyan, kom û gelan e û got: “Li ser vê bingehê ji bo ku aştiyeke baş û civakeke demokratîk pêk bê, berî her tiştî divê hemû nirxên neteweya Kurd bên nasîn. Yek jî van nirxê herî bingehîn zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî hêj jî, ji gelek aliyan ve di nava dorpêçekê de ye û rastiyê qedexe û êrîşan tê. Zimanê Kurdî hê jî di zagonan de serberst û azad nîne, bê statû ye û perwerdehiya bi Kurdî nîne. Divê baş bê zanîn ku bêyî azadiya zimanê Kurdî, perwerdehiya Kurdî û statûyê aştiyeke rast û civakeke demokratîk nikare bê sazkirin.
Weke saziyên zimanê kurdî û hemû sazî û dezgehên demokratîk 15 û 16ê mehê komxebatekê li dar dixin. Bingeha vê komxebatê diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî ye û hemû sazî û komeleyên welatparêz ên Kurdan dê stratejî û polîtîkayên xwe yên ji bo zimanê Kurdî diyar bikin. Ev komxebat dê bi beşdarbûna gelek derdoran pêk bê û ev çend meh in amadehiya vê komxebatê tê kirin. Her wiha gel jî bi awayekî çalak dê tev li komxebatê bibe. Em bang li hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk ên welatparêz dikin ku vê çarşem û pênçşemê li Eywana Dawetê ya Çiraganê em bên cem hev.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Kurdî jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.