
Şêniyên Dêrik û Amûdê name ji Abdullah Ocalan re nivîsandin
- 15:01 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Kongra Star ên Amûdê û Dêrikê çalakiyên nivîsandina nameyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li dar xistin.
Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê çalakiya nivîsandina nameyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li dar xist. Çalakî li Parka Dîcleyê hat lidaristin. Bi dehan şêniyên bajar, tevî endamên saziyên sivîl bi nivîsandina nameyan ji Abdullah Ocalan re daxwaza xwe ya azadiya wî ya fîzîkî anî ser ziman.
Beriya ku name werin nîvisandin, endama Kongra Star Rezan Mûsa daxuyanî xwend û got: "Em Kongra Star dest bi pêngava ragihandina dengê xwe ji bo Rêber Abdullah Ocalan re dikin. Bi rêya van nameyan, em dengê jinên azad ên li Dêrikê radigihînin, em ramana xwe ya li ser bingeha sîstema demokratîk a komînal vedibêjin. Di heman demê de em daxwaza xwe ya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan re radighînin."
Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran dest bi nîvisandina nameyan ji Abdullah Ocalan re kir. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Endamên rêxistina Kongra Star a Amûdê jî çalakiyek bi navê "Ez dixwazim li derveyî Îmraliyê hevdîtinê bi Rêber Apo re bikim" li navenda kongreyê dar xist.
Endamên Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn û name ji Abdullah Ocalan re şandin.
Di çalakiyê de endama Kongra Star Şeha Berces axivî û diyar kir ku mafê her jinekê heye hevdîtinê bi rêberê xwe re bike û got: "Em dixwazin rêberê xwe bibînin, li wî guhdarî bikin û pê re bixebitin."
Şeha Berces bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were bi lez bikevin nava tevgerê.
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.